Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-03-09 15:16:44   STENBOL - Derbarê êrişa li dijî rojnamevan û nivîskar Levent Gultekîn hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li ber Halk TV a li Bakirkoyê duh êvarê komek ji 25 kesan pêk dihat êrişî rojnamevan û nivîskar Levent Gultekîn kiribûn. Qeymeqamê Bakirkoyê ji Gerînendeyê Weşana Giştî ya Halk TV re ragihandiye ku derbarê êrişê de lêpirsîn dane destpêkirin û li dîmenên kamerayên ewlehiyê tên lêkolînkirin.    Hat zanîn ku hêj êrişkar nehatine binçavkirin.