Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin 2021-03-09 16:13:42   AMED - Dpzger û polisan ji kesên di operasyona MEBYA-DER’ê de hatibûn binçavkirin, têkildarî HPG’iyên di şerê Garê de jiyana xwe ji dest dane, Goristana Xerzanê pirsan kirine û pirsîne ku kî komeleyê vedike û cenazeyan dişo.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER) hatibû destpêkirin de polîsan di 27'ê sibatê û 3'yê adarê de, bi ser avahiya MEBYA-DER'ê û malên rêveber û endamên wê de girtibûn û hevserokên komeleyê Şeyhmûs Karadag û Yuksel Almas jî di nav de 29 kes binçav kiribûn. Heta niha ji kesên hatin binçavkirin 7 kes bi “endamtiya rêxistinê” hatine girtin û 8 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 14 kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin jî îro sewqî edliyeyê hatin kirin.   XEBATÊN GORISTANÊ   Hat diyarkirin ku mafê “neaxaftinê” yê endam û rêveberên MEBYA-DER’ê yên di bin çavan de weke “Sekna rêxistinî” hatiye nirxandin. Derket holê ku dozgeriyê ji endam û rêveberên komeleyê pirsên ku kî nûçeyên derbarê zarokên wan de çêdike û çima ji çapemeniyê re axivîne kirine. Her wiha têkildarî HPG’iyên di şerê Garê de jiyana xwe ji dest dane û Goristana Xerzanê de xebat kirine yan nekirine jî pirs pirsîne.   ‘KÊ CENAZEYÊ KEÇA TE ŞUŞT?’   Endama MEBYA-DER’ê Aysel Pehlîvan a duh şev hat berdan, diyar kir ku polîsan di bin çavan de ev pirs jê pirsîne: “MEBYA-DER kê, çima vekir? Tu çima diçî komeleyeke ji bo propagandaya rêxistinê hatiye vekirin? Berpirsyarên we kî ne? Kê cenazeyê keça te anî? Kê cenaze şuşt?”