Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe 2021-03-10 10:05:30 BEDLÎS - Ji ber ku Şaredariya Tetwanê ya AKP'î xizmetê nake, rêyên navçeyê ji kort û koncalan xalî nabin û perav jî tije çop in.  Li navçeya Tetwan a Bedlîsê, ji xeynî Kolana Cumhûriyetê, kolanên navçeyê ji kort û koncalan xalî nabin. Her wiha perav jî tije çop e. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî rêvebiriya şaredariya AKP'î dan.    ‘RÊYÊN GUNDAN ÇÊTIR IN'    Metîn Bakir, bal kişand ser kort û koncalên kolanan û got: "Rêyên gundan ji ên vir çêtir in. Hela bila pêşî van kort û koncalan hel bikin. Ji ber van rêyan wesayîtên me perîşan dibin. Em ji bo kar tên vira, lê malê me ji dest me diçe."    Esnaf Erdal Kaçmaz jî got: "Hema bibêje hemû rê wisa kort û koncal in. Ber deriyên dikanên me giş herî ne. Em mexdûr dibin. Rê nayên çêkirin. Me gelek caran got. Tim dibêjin 'ha îro, ha sibê.' Lê 3 meh in tiştek nekirine."    Kaçmaz, destnîşan kir ku ji ber van koncalan wesayît texrîb dibin û xwest rê bên çêkirin.    ÇOPÊN LI PERAVÊ    Welatiyê bi navê Huseyîn jî ku tevî zarokên xwe hatiye peravê, çopên li perava golê nîşan dan û got: "Ev perav li ku derê bûna, ê bi vê bedewiya xwe mirov heyr û hejmatkar bihişta. Lê belê niha ji çopan xalî nabe. Mixabin Şaredaraiya Tetwanê ya AKP'î li gor qanûên peravê tevnagere. Em dixwazin rojek berî rojekê perav bê paqijkirin da ku zarokên me karibin bilîzin."