Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma 2021-03-10 10:22:45 ÊLIH - Fethiye Çakmak diyar kir ku ew li nokteya leşkerî ya li Westanê du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û vê sepana li girtîgehan tê înkarkirin li derve jî heye û ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bike.  Lêgerîna tazî ya li navendên binçavkirinê û girtîgehan vê carê jî xwe li xala kontrolê ya leşkerî da nîşandan. Fethiye Çakmak a ji navçeya Gevera Colemêrgê dihat Êlihê li xala kontrolê ya Qereqola Cendirmeyan a Balabana navçeya Westana Wanê ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin. Fethiye Çakmak diyar kir ku ew li xala leşkeriyê du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû maye. Çakmak got cara ewil ew 4 meh berê û herî dawî jî di 5’ê adarê de li vê xala kontrolê bi lêgerîna tazî re rûbirû maye.    4 MEH BERÊ    Çakmak destnîşan kir ku 4 meh berê jî dîsa dema ji Geverê dihat Êlihê li Qereqola Cendirmeyan a Balabanê bi lêgerîna tazî re rûbirû maye û piştî vê sepana dij mirovane jî 3 saet li wir hatiye sekinandin.    CARA DUYEM    Çakmak anî ziman ku li heman qereqolê di 5’ê adarê de piştî nasnameya wê hatiye kontrolkirin ji otobusê hatiye peyakirin û got: “Ez li dijî sepana wan derketim lê bi darê zorê min birin qereqolê. Gangî cerdevanek jin kirin û ew hat min tazî kir û lêgerîn pêk anî. Bi darê zorê vê lêgerînê li ser min kirin.”    VEGUHEZIYE DERVE    Çakmak destnîşan kir ku lêgerîna tazî ya li girtîgehan û navendên binçavkirinê tê înkarkirin veguziye derve û ew ê derbarê berpirsiyaran de gilî bike. Çakmak diyar kir ku ew dixwaze her kes bizanibe leşkeran çi aniye serê wê û jin bi kîjan zehmetiyan re rûbirû dimînin.    MA / Fethî Balaman