Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin! 2021-03-10 12:18:12 WAN - Danişîna ewil a doza derbarê mirina 2 jê zarok 61 penaberên li Wanê de hatibû vekirin, hat dîtin. Ji bersûcan Medenî A., yê parastin xwe kir, îdîa kir ku wan zenkiriye ku kesên li kêştiyê siwar bûne, turîstên penaberin. Li Gola Wanê, di 27’ê Hezîrana 2020’an de, keştiyek noqî avê bibû û di kêştiyê de 2 jê zarok 61 penaberan jiyana xwe ji dest da bûn. Danişîna ewil a derbarê 7 jê girtî, 12 kesan de hatibû vekirin, li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, dest pê kir.    7 bersûcên girtî Medenî A., Bûrhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K., ên bi sûcdariya “bizanebûn qaçaxçîtiya penaberan kirin” û “bi zanebûn, ji kesekê zêdetir mirov kuştin” tên darizandin, bi SEGBÎS’ ê beşdarî danişînê bûn. Mehmet Samî A., Nîhat A. û Osman Y. ên ne girtî jî tên darizandin bi SEGBÎS’ê ji Edliya Gevaşê tevlî danişînê bûn. Vedat Y. jî di salona danişînê de amade bû.    Parêzerên endamên Komîsyona Penaber û Koçberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan, Jindar Ûçar û Bahtiyar Kandeger û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Dadgehê ji ber şewba vîrûsa koronayê, destûr da 3 rojnamegeran tenê beşdarî danişînê bibin.     ZENKIRINE TURÎSTIN   Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dest pê kê Medenî A. parastina xwe kir. Medenî A., berevajî îfadeya xwe ya berê da bû polîsan, vê carê îdîa kir ku kesên li kêştiyê siwar bûn, ne dizanîn ku penaberin. Medenî A., diyar kir ku wan zenkiriye ku kesên li keştiyê siwar bûne, turîstin û wiha got: “Cihê ez lê dixebitîm, cihê turîstane. Ez bêsûm û daxwaza berdana xwe dikim.”    Danişîn bi parastina bersûcên din dewam dike.