Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin 2021-03-10 12:49:45 ENQERE - Seroka Komeleya 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakîncî Coşgun, di 65'emîn meha bîranîna kesên di komkujiya GAR'a Enqereyê de jiyanaxwe ji dest dan de daxuyanî da û diyar kir ku 5.5 sal derbas bûn, lê hêj kujerê bi bultena sor li wî digerin negirtine û hêj edalet pêk nehatiye.  Di mîtînga KESK, DÎSK, TMMOB, TTB'ê ya 10'ê Cotmeha 2015’an de endamên DAÎŞ’ê êrîş kiribûn. Di êrîşê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Her meh malbat û xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane li qada komkujiyê kom dibin û daxuyanî didin. Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê (10 Ekim-Der) her meh di roja 10'an de li Qada GAR'a Enqereyê daxuyaniyê dide û edaletê dixwazin. Endam û rêveberên 10 Ekim-Der'ê di meha 65'an de dîsa li qada GAR'ê ya Enqere kom bûn û daxuyanî dan. Seroka 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakinci Coşgun li vir axivî û xwest edalet pêk bê. Coşkun, da zanîn ku doza komkujiyê heta niha tenê bi darizandina bersûcekî berdewam dike û wiha got: "5.5 sal derbas bûn hêj kesê bi bultena sor li wan digerin nehatine girtin.    ‘HÊJ EDALET PÊK NEHATIYE    Coşgun, anî ziman ku 65 meh derbas bû, lê hêj edalet pêk nehatiye û wiha got: “Rastiyek heye. Di dîroka komarê de komkujiya herî mezin e. Lê hêj hesabê vê komkujiya mezin nehatiye pirsîn û hêj edalet pêk nehatiye. Ji bo edalet pêk bê, bêyî westan, rawestan û em bêzar bibin em ê salonên dadgehê terk nekin. Em ê bisedan caran edaletê bixwazin. Em ê di vê dozê de heta dawî israr bikin."