Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin 2021-03-10 13:24:14 ENQERE - Koordînasyona Şopandina Xwecihî ya Greva Birçîbûnê diyar kir ku sepana tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêzika NY a Mandela, şîretên CPT û Qanûna Înfaza jimara 5275’an e û ji bo rakirina tecrîdê banga gav avêtine hat kirin.    Koordînasyona Şopandina Xwecihî ya Greva Birçîbûnê têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî sepana tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e 104 roj in didome, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Enqereyê pêk hat. Endamên Koordînasyonê beşdarî civînê bûn. Endama Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) parêzer Ayşegul Çagatay daxuyanî xwend û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser her qada jiyana girtiyan bandorê dike.    Çagatay got li girtîgehan her cûre mafên girtiyan tê binpêkirin. Çagatay destnîşan kir ku sepana tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêzika Netewên Yekbûyî (NY) a Mandela, şîretên CPT û Qanûna Înfaza jimara 5275’an e û xwest sazî û dezgehên pêywendîdar divê demildest wezîfeya xwe bikin. Çagatay bang li rayedaran kir ku ji bo rakirina tecrîdê li tavilê gavan biavêjin.