Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin 2021-03-10 15:59:27 WAN - Mûrat Ûygar diyar kir ku dema di serdegirtina mala wî ya li navçeya Panosê de malbata wî bi êrişê re rûbirû maye û serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê da û wê ew giliyê berpirsiyaran bike.  Mûrat Ûygar diyar kir ku di 21’ê sibatê de eskeran bi ser mala wî ya li navçeya Panosê ya Agiriyê de girtine û îşkence li wî kirine. Ûygar ji ber serdegirtin û îşkenceyê serî li Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Nûnertiya Wanê  û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê da. Ûygar piştî serlêdanê li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da.    TIŞTÊN HATINE SERÊ WÎ VEGOT    Ûygar tiştên di serdegirtina malê de qewimîne vegotin û wiha got: “Bi dehan eskeran bi ser mala min de girtin. Hevjîna min û zarokên min di nava berfê de bi awayekî nîv tazî li erdê dirêj kirin. Ji sedî 45 rapora astengdariyê ya hevjîna min heye. Lawê min xwest müdahale bike lê pêhnek li pişta wî dan, li erdê dirêj kirin û çek xistin serê wî. Ez jî kirim metalê zindî. Ez dam pêşiya mertaln, çek serê min û li hemû odeyan lêgerîn kirin. Di wê navberê de dengek ji mala min hatibûya wê heta sibê bibûya qada şer. Di nîvê wê şevê çekê dixin serê zarokên te lê tu nikarî tiştekî bikî. Berpirsyarê vê kî ye, hesaba vê kî dê bide? Travmaya ku zarokên min jiyan kî dê tedawî bike. Ez dixwazim kesên ev tişt kirin demildest werin cezakirin.” Ûygar, daxuyand ku wê derbarê berpirsyaran de gilî bike.    ÎHD: ÇI PÊWIST BE DIVÊ BÊ KIRIN   Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê Mûrat Melet jî diyar kir ku li heremê ne bûyera yekemîn e û wiha got: “Polîs û esker bi awayekî kêfî vê tiştê dikin. Mûrat Ûygar û malbata wî îşkence dîtiye. Îşkence zêde dibin. Di vê bingehê de divê herkes tişta ku bikeve berê wî bike. Divê dozgerî derbarê kesên sûc kirin de tişta pêwîst bike. Em jî dê îro bi malbatê re serî li dozgeriyê bidin.”