DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî 2021-03-10 16:26:58 ENQERE - Şaxa DAD’ê ya Enqereyê di salvegera 100'emîn a Komkujiya Koçgiriyê de kesên jiyana ji dest dane bi bîr anî.  Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Şaxa Enqereyê, têkildarî salvegera 100’emîn a Komkujiya Koçgiriyê li avahiya xwe bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de rêz hat girtin.    Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Enqereyê Mûstafa Karabûdak axivî û diyar kir ku ferqa kesên Komkujiya Koçgiriyê pêkanîn û hişmendiya DAIŞ’ê nîne û wiha got: “Komkujiya di serê meha adarê de destpêkir 3 meh û nîv domkir. Artêşa di bin komutaya Sakalli Nûrettîn Paşa û çeteyên serçete Topal Osman ‘kevir li ser kevir serî li ser mil’ nehiştin. Gelek ji wan ji girtîgehan hatibûn berdan û weke DAIŞ’a dema me bû. Bi deh hezaran mirov hatin kuştin, yên jê xelas bûn jî hatin sirgûnkirin.  Cihên pîroz yên elewiyên kurd ser û bin kirin. Gund hatin talankirin, şewitandin. Bi deh hezaran kes hatin sirgunkirin.”   RIHÊ BERWEDANÊ   Karabûdak anî ziman ku dê têkoşîna kesên li Koçgiriyê jiyana xwe ji dest dane bidin jiyîn û got: “Em di kesayeta Elîşêr Efendî û Dayika Zarîfe de kesên di Komkujiya Koçgiriyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”   DAXWAZA HEVRÛBÛNÊ   Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî diyar kir ku ev welat welatê komkujiya ne û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em van komkujiyan ji herkesê re vebêjin. Dixwazin serê van komkujiyan peçinin. Divê em hemû destê xwe deynin bin kevir ku em bikin dewlet bi van komkujiyan re hevrû bibe.”   Piştî axaftinan ji bo kesên li Koçgiriyê jiyana xwe ji dest dan lokme hatin belavkirin.