2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê hat birîn 2021-03-10 17:09:58 MÛŞ – Dadgehê 2 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin birî.    Danişîna 4’emîn a doza derbarê Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin bi îdiaya “endama rêxistinê ye”, “tevlî meş û civînên dij qanûnê bûye” û “propaganda rêxistinê kiriye” dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Mûşê hat lidarxistin. Karaaslan û parêzerê xwe bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Karaaslan paratsina xwe kir û xwest were beraetkirin. Parêzer jî daxwaza beraetê kir. Dadgehê daxwaz red kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 2 sal û 3 meh ceza li Karaaslan birî û ji sûcdariyên din jî beraet kir.