Cenazeyê Sozdar Aslanê piştî 17 mehan hat definkirin 2021-03-10 21:10:49   SÊRT - Sozdar Aslana HPG'yî ku li Wanê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 17 mehan cezayê wê li Goristana Zevyeyê ya Sêrtê hat definkirin.    Sozdar Aslana HPG'yî di Cotmeha 2019'an de li navçeya Şax a Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku nimûneyên DNA'yê li hev derketin cenazeyê wê hat definkirin. Malbatê cenaze ji Goristana Bêkesan a Wanê wergirt û birin Sêrtê. Gava malbatê xwest cenaze li Goristana Zevyeyê defin bike, polîsan cgoristanê dorpêç kir. Polîsan ji xeynî du kesan pêvtir nehişt kes tevli merasîma cenaze bibe. Ji ber vê bira û apê Aslanê cenaze defin kirin.