Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye 2021-03-11 09:00:47 RIHA - Di ser windakirina nûçegihanê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re 27 sal derbas bûn. Birayê wî Cemal Babaoglû, anî ziman ku şahid hene, lê dosye ji bo bê girtin hatiye sekinandin.  Nûnerê Sêwregê yê Ajansa Anadolûyê (AA) Mûrat Yogûnlû, di 12'ê Adara 1994'an de ji nûçegihanê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re dibêje, "Li Sêwregê nûçeyek heye, ecele were." Piştî vê Baboglû diçe Sêwregê. Lê belê ji wê rojê heya niha tu xeber ji Babaoglû nehatine girtin. Beriya winda bibe bi 2 rojan, derbarê cerdevanên eşîreta Bûcakê de bi sernavê "Va ne cerdevanên tecawizkar" nûçeyekê çêdike û ev nûçe dibe manşeta rojnameyê.    MÛRAT YOGÛNLÛ GAZÎ WÎ KIR    Birayê wî Cemal Babaoglû, anî ziman ku birayê wî wê demê hem di rojnameyê de dixebitî hem jî xwendekar bûye. Babaoglû, diyar kir ku Mûrat Yogûnlûyê ku gazî birayê wî kiriye wê demê di AA'yê de dixebitî û têkiliyeke wî ya baş bi çapemeniya kurd re hebûye. Babaoglû got: "Mûrat, ji ber vê pêwendiya xwe hatibû binçavkirin. Gava tê berdan telefonî rojnameyê dike û dibêje, 'Nûçeyek girîng heye, ecele werin Sêwregê.' Nazim jî diçe. Lê ji wê rojê heya niha me xeber jê negirtiye."    QEBÛL NEKIR    Babaoglû, bibîr xist ku piştî birayê wî winda bûye rayedarên Rojnameya Ozgur Gundemê ji Stenbolê hatine Rihayê û hevdîtin bi walî û midûriyeta polîsan re çêkirine û got: "Wê rojê walîtiyê gazî Mûrat kir. Lê wê rojê Mûrat got, 'Ez di rojnameyê de naxebitim û min telefonî kesî jî nekiriye.' Wê çaxê serî li PTT'ê hat dayîn. Ji bo aşkere bibe bê ka kî telefon kiriye. Lê aşkere nekirin. Mûrat, li xwe mikur nehat."    Babaoglû, anî ziman ku paşê Mûrat Yogûnlû mala xwe biriye Stenbolê û li vir tim çûye Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û got: "Wê çaxê Serokê BDP'ê yê Stenbolê Îhsan Avci, gazî Mûrat dike. Bûyerê jê dipirse. Mûrat dibêje, 'Ez dikarim her tiştî aşkere bikim, lê ditirsim. Heger min bikin şahidê nepen, ez ê bibêjim.' Piştî vê diçin cem dozger. Lê belê dozger dibêje ji bo vê nikare garantiyekê bide."    LÊKOLÎN NEKIRIN    Bira Babaoglû, destnîşan kir ku li gor qeydên fermî birayê wî hîn jî sax e û got: "Me û rojnamevanên din, me aqûbeta birayê min vekola. Di dema lêkolanê de em rastî şahidekî hatin. Azîz Taşkaya, wê çaxê ji bo aqûbeta brayê xwe diçe mala Bûcakan. Gava diçe, dibîne ku Nazim anîne wir. Piştî vê em û Taşkaya çûn Dozgerê Xwedî Erka Taybet ê Amedê Ahmet Karacan û me îfade da. Şahdi hebû, lê cardin jît iştek nekirin. Derbarê dosyeyê de tiştekî nekirin. Ji bo bê girtin wê dan sekinandin."    Babaoglû, bilêv kir ku şahid tên zanîn û tê zanîn bê kî Nazim biriye, lê cardin jî lêpirsîn nehatiye kirin û got: "Ji bo lêpirsîn çêbibe, divê erka siyasî telîmatê bide. Yanî em nikarin behsa darazeke serbixwe bikin. Heya telîmat neyê dayîn, ev tevnagerin."    Babaoglû, anî ziman ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got: "Piştî me serî li DMME'yê da, Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Rihayê gazî bavê min kir. Li wir heqaretê li bavê min dikin û dibêjin, 'Te giliyê me kiriye.' Bavê min jî gotiye, ew li kurê xwe digere. Polîsan jî gotiye 'Madem tu li kurê xwe digerî, tu yê werî giliya xwe ji me re bibêjî û em ê jî li kurê te bigerin' û kaxezekê pê didin îmzekirin. Ji ber ku tirkiya bavê min tirkiyek şikestîbû û xwendin û nivîsandina wî tune bû, îmzeyê datîne bin kaxezê. Piştî bavê min kaxezê îmze dike bi du mehan parêzer dibêje, DMME'yê dosye betal kiriye. Em qet hîn nebûn bê ka çi pê dane îmzekirin. Lê li gor texmîna me, daxwaznameyek bûye, ji bo betalkirina dozê."    Ê DA ÎMZEKIRIN ÇATLI BÛYE    Babaoglû, bilêv kir ku piştî windakirina Nazim bi 2 salan, bavê wî di televîzyonê de Abdullah Çatli dibîne û dibêje yê ku li midûriyeta polîsan gef lê xwarine ev kes bûye û got: 'Bavê min ji min re got, 'Ê ku li TEM'ê heqaret li min kir ev bû, ê ku kaxez bi min da îmzekirin ev bû.'"    ‘MIRINA MIROVAHIYÊ'    Bira Babaoglû, destnîşan kir ku mirina Nazim qebûl nakin û got: "Her cara ku derî vedibû, dêya min digot qey Nazim e. Bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Windakirina mirovekî, a rast windakirina hemû hestên mirovbûnê yên civakekê ne. Yanî, mirina mirovahiyê ye. Tenê ne meseleya me ye, bûyereke civakî ye."   MA / Lezgîn Tekay - Bariş Polat