Li 17 navçeyên Amedê kampanyaya 'Destpêkê Edalet' 2021-03-11 09:00:49 AMED - Parlementera HDP'ê Semra Guzel diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Destpêkê Edalet" de li 17 bajaran dixebitin. Guzel, destnîşan kir ku di dema xebatan de bêedaletiya heyî bi awayekî aşkere berbiçav dibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî krîza aborî, siyasî, ekolojîk û rûxandina civakî di 8'ê Sibatê de kampanyaya "Destpêkê Edalet" dabû destpêkirin. Kampanya, li Tirkiyeyê û bajarên herêmê didome.    Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, xebatên di vî warî de tên kirin nirxandin.    Guzel, anî ziman ku ji ber polîtîkayên bêedaletiyê yên îqtidarê kampanyaya "Edalet ji bo her kesî" dane destpêkirin. Guzel, destnîşan kir ku di xebatên di çarçoveya kampanyayê de li qadê bi awayekî aşkere bêedaletiyê dibînin.    LI 17 NAVÇEYAN DIXEBITIN    Guzel, anî ziman ku heya niha di çarçoveya kampanyayê de 4 jê navendî li 17 navçeyan serdana esnafan kirine û daxuyanî dan û bi 34 nûnerên rêxistinên civaka sivîl re jî hevdîtin kirine. Guzel, bilêv kir ku di çarçoveya xebatan de daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine û di nêz de jî dê li tax û gundan civînên gel çêbikin.    REWŞA DARAZÊ    Guzel, bibîr xist ku nexasim jî di dema şewba Covîd-19'ê de bêedaltî berbiçavtir bûye û bi vê re êdî fikra "îqtidar nikare bi rê ve bibe" tam aşkere bûye. Guzel, bal kişand ser rewşa darazê jî û got: "Civak, êdî baş dibîne ku daraz bûye amûreke siyasetê. Mixabin vê darazê tê xwestin ku civak bê dîzaynkirin. Îro ro kî muxalif be tê binçavkirin an jî tahde lê tê kirin. Hikûmet vê yekê bi destê darazê dike. Di darazê de jî bêedaletî heye."    Guzel bal kişand ser "Plana Mafên Mirovan" jî ku çend roj berê Serokomar Erdogan aşkere kiribû û got: "Berê bûna ê gel bigota, 'gelo qey ê tiştine nû biqewimin, gelo derbarê çareseriyê de tiştek nû heye.' Lê êdî civak nerazîbûna xwe tîne zimên ji bo tiştên wisa. Ji lew re, ji berê de dizanin ku pakêtên reformê yên hatine daxuyanin pûç bûne."    MA / Ergîn Çaglar