Derbarê 27 esnafên kurd de îdianame hat amadekirin 2021-03-11 09:00:55 ANTALYA - Li Alnayayê 27 esnafên kurd bi îxbareke pûç hatibûn binçavkirin. Piştî salekê derbarê wan de îdianame hat amadekirin.  Di 6'ê Kanûna 2019'an de li navçeya Alanya ya Antalyayê bi îxbareke pûç 27 esnafên kurd hatibûn binçavkirin. Esnaf, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydakirina aboriyê ji bo rêxistinê"  hatibûn binçavkirin. Di çaçroveya lêpirsînê de ji kesên hatibûn binçavkirin 11 kes hatibûn girtin. Piştî ku parêzeran îtiraz kiribû her 11 kes jî di 25'ê Kanûnê de hatibûn berdan.     Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê, derbarê 27 esnafan de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Antalyayê jî îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku gelek ferdên malbatên 27 esnafan "endamên rêxistinê ne" û parvekirinên wan ên medyaya sosyal û çûn-hatina wan a derveyî welêt sûc hatiye hesibandin.    Dozgeriyê di lêpirsînê de ji bo îdiaya "peydakirina aboriyê ji bo rêxistinê" biryara neşopandinê daye.    Danişîna yekem a dozê dê di 16'ê Adarê de bê lidarxistin.    MA / Hamdûllah Kesen