Şîlan Elmas Kan: Bi KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin 2021-03-11 09:57:50   AMED - Hîndekara MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku bi sepandina KADES'ê li Tirkiyeyê bi ziman tundiyê li ser jinan dimeşînin. Perwerdekar Murat Bîlgîç jî pêkanîna li ser ziman wekî dijminantiyê pênase kir.    Wezareta Karên Hundir di sala 2018'an de ji bo piştgiriyê bide jin, Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) xist meriyetê û bi 6 zimanan xizmet da. Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) li ser hesabê medya înternetê pêkanînên KADES'ê bi zimanê Tirkî, Farisî, Erebî, Îngîlîzî, Rûsî û Firansî xizt meriyetê. Lê li gel Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene jî di nava xizmeta KADES'ê de zimanê Kurdî tune ye. Li gel ku yek ji zimanê li Tirkiye herî zêde tê axaftin Kurdî ye û herî zêde Kurd li Tirkiyeyê dijîn jî dîsa Kurdî di nava vê xizmetê de tunu ye.  Têkildarî vê pêkanîna Wezaretê û Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Hîndekarên Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamya (MED-DER) Şîlan Elmas Kan û Murat Bîlgîç, nêzîkatiya zimanê Kurdî wekî dijminantiya ziman pênase kirin.    Hîndekara MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, anî ziman ku bi ziman tundiyê li jinê dikin û wiha got: "Bê tehamuliya li dijî ziman û nasnameyên cuda didome. Li vî welatî jinên bi zimanê cuda diaxivin, bi cudakariyê re rû bi rû dimînin. Di rojên borî de jinek ku nekaribû bi Tirkî derdê xwe bîne ziman û tercumanê Kurdî tune bû, jiyana xwe ji dest da. Ew jin bi ziman tundî lê hatiye kirin. Ev yek nîşan dide ku li vî welatî dewlet dibêje ji bilî Tirkî ziman û nasnameyên din nas nakim. Ev berdewama polîtîkayên bişaftinê ye. Bi pêkanînên KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin. Divê li dijî van polîtîkayan Kurdî bê parastin. Bi vê pêkanîna KADES'ê Kurdî tune tê hesibandin."    'DIJMINANTÎ YE'    Hîndekar Murat Bilgîç jî anî ziman ku li vî welatî bi milyonan Kurd bi Kurdî di axivin û ev pêkanîna KADES'ê ku cih nade Kurdî dijminantiya Kurdî nîşan dide. Bîlgîç, da zanîn ku di pêkanîna KADES'ê de xizmeta bi zimanê Rûsî, Fransî, Îngîlîzî û Farîsî heye. Lê xizmeta bi Kurdî tune ye û wiha got: "Ev yek dijminantiya li dijî ziman e. Dixwazin bila bi 25 zimanan xizmetê bikin. Lê çima zimanê mirovên li vî welatî dijî di nava xizmetê de tune ye. Ev nîşan dide ku dewlet dixwaze Kurdî tune bike. Nîşan dide ku dewlet di polîtikayên bişaftinê de israr dike."