Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2021-03-11 11:36:17   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlhiya wê Bilind a Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran, xwest ku heke nikaribin hevdîtin bikin muwekîlê wan mafê xwe yê axaftina bi telefonê bi kar bîne.    Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019'an’de bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta “Nexşerêya” ku Ocalan di sala 2011’an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji 23’ê îlona 2020’an ve ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kir.