HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya 2021-03-11 12:36:39   WAN - Rêxistina HDP’ê ya Wanê bi nivîskar û rojnamevanan re civiya.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi nivîskar û rojnamevanan re di civînek taştê de civiya. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, rêveberên HDP’ê di civînê de amade bûn. Nivîskar Qahir Bateyî, Hamît Dilbahar, Halît Sadinî û Îkram Îşler û gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn.    Tayîp Temel destnîşan kir ku ew wek siyasî û civakî di pêvajoyek krîtîk de derbas dibin û got: “Destkeftiyên gelê kurd di bin êrişan de ne.” Temel bal kişand ser têkoşîna li dijî polîtîkayên asimilasyon û înkarê tê dayîn û got: “Hemû kesên li Kurdistanê siyasetê dikin, li ber ronahiya xebatên zanistan xebata xwe birêve dibin. Ji ber vê yekê me xwest em li gel we bicivin.”    Pişt re nivîskar di civînê de axivîn û di xalên ku kêmasiyên HDP’ê hene rexneyên xwe pêşkêş kirin.