Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin 2021-03-11 14:36:16   ENQERE - Desteya Şopandina Kovîd-19’ê ya TTB’ê rapora Kovîd-19’ê ya salekê eşkere kir. Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci got: “Pêşniyaza me ya bingehîn ew e ku dane bi zelalî werin eşkerekirin.”    Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê di ser belavbûna vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de salek derbas bû. Desteya Şopandina Kovîd-19’ê ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TBB) derbarê salek Kovîd-19 de raporek amde kir û bi civîna onayln vê raporê eşkere kir. Rapor ji aliyê Sekreterê Giştî yê TTB’ê Prof. Dr. Vedat Bûlût ve hat parvekirin.    Bûlût destnîşan kir ku salek di ser koronayê de derbas dibe û li 192 welatan belav bûye û 117 milyon 764 hezar û 619 kes bi nexweşîna koronayê ketine. Bûlût got 2 milyon 613 hezar û 743 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bûlût destnîşan kir ku li Tirkiyê di nava salekê de 2 milyon 800 weqa hatine tespîtkirin û 29 hezar 160 welatî jiyana xwe ji dest dane.    380 HEZAR XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ MIRIN E    Bûlût anî ziman ku di girtina tevdîran de bi derengî ketiye û weqaya ewilî di 11’ê Adara 2020’an de li Tirkiyê hatiye tespîtkirin û mirina ewilî jî di 17’ê adarê de hatiye eşkerekirin û ew pişt re hîn bûne ku di hejmarên tên daxuyandin de bi zelalî nehatine kirin. Bûlût anî ziman ku li tevahiya cîhanê di salekê de ji ber tevdîrên nehatine girtin 380 hezar xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane. Bûlût diyar kir ku ji 11’ê çile ve derzîkirina koronayê dest pê kiriye û didome.    ‘DIVÊ ZELALÎ HEBE’    Piştî eşkerekirina raporê Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî axivî û got: “Ji bo meriv dikaribe nexweşîna Kovîd-19 û bandora wê binirxîne helbet pêwîstî bi zelaliya pêvajoya pandemiyê heye. Pêwîste daneyên pandemiyê bi zelalî bihatana eşkerekirin û pêvajo bi zelalî bihata birêvebirin. Pêşniyaza me ya bingehîn ew e ku dane bi zelalî werin parvekirin û heke ne wisa be wê negihîje tu encamê.”