Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan 2021-03-11 15:15:37 XARPÊT - Fûrkan Ûgûr ê li Xarpêtê girtî ye binpêkirinên mafan ên diqewimin bi malbata xwe re parve kir û got tu tevdîr nayên girtin û gardiyan dest danîne ser kelûpelên wan.    Fûrkan Ûgûr ê li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 2’yan dimîne bi telefonê li malbata xwe geriya û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bi malbata xwe ya li Edeneyê rûdinê re parve kir. Ûgûr ji malbata xwe re wiha got: “Em li qawîşê sê kes dimînin. Li girtîgehê tu tevdîrek pandemiyê nîne. Gardiyan bêmaske tên qawîşa me. Gelek gardiyan bi koronayê ketine. Di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşên me de girtin û dest danîn ser kelûpelên me, name û pirtûkên me. Kelûpelên paqijiyê nadin me. Greva birçîbûnê wê hin hevalên me dewr bigirin. Heta tecrîda li Îmraliyê biqede em ê di çalakiyê de bin.”