DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn 2021-03-11 16:59:54   STENBOL - Şaxa DAD’ê ya Stenbolê, qurbaniyên Serhildana Koçgiriyê bi bîr anîn.   Şaxa Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) a Stenbolê, di salvegera 100’emîn a Serhildana Koçgiriyê de kesên ku di serhildanê de hatin qetilkirin, li navenda xwe bi bîr anîn. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avcı û Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re find hatin pêxistin û klam hatin gotin.    ‘KOMKUJIYEKE LI NIRXÊN NETEWÎ HATIYE KIRINE’    Hevseroka Şaxa DAD’ê ya Stenbolê Nergîs Guzel, di bîranînê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Koçgiriyê, komkujiyeke li bawerî û nirxên netewî hatiye kirine.   ‘EM Ê TÊBIKOŞIN’   Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Avci jî di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku polîtîkayên hişmendiya komkujer a li dijî gelan didome û wiha got: “Heta kesên ev komkujî pêk anîne hesab nedin em dizanin ku wê komkujiyên nû bên kirin. Ji bo ku em rihê berxwedanê mezin bikin tişta dikeve ser milê me em ê bikin.”   Piştî axaftinan ji bo kesên di Serhildana Koçgiriyê de hatin qetilkirin loqme hat belavkirin.