Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin 2021-03-11 19:37:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Şengalê ku piştî xwepêşandana îro, bi rayedarên Iraqê re Hevdîtin pêk anîn, daxwazên xwe careke din bi awayekî nivîskî pêşkêş kirin. Rayedarên Iraqê jî dan zanîn ku ew ê van daxwazan ragihînin Bexdayê.   Gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve îro li dijî planên li ser herêmê meşeke girseyî li dar xist. Tevî astengiyan jî girseya gel heta ber benda leşkerî ya artêşa Iraqê meşiya. Piştî daxuyaniya ku li vir hat dayîn, şandeyek ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û ruspiyên Êzidiyan pêk dihat, bi rayedarên artêşa Iraqê re hevdîtin pêk anî.   Di hevdîtina ku li Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê pêk hat de, ji şandeya Şengalê Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xwesar a Şengalê Xebat Hermo, Berdevka TAJÊ ya Şengalê Neam Bedel û rusipiyên Êzidiyan amade bûn.   Li gorî zanyariyên ku endamên şandayê dan, şandeyê di hevdîtinê de careke din bal kişandiye ser vîna gelê Şengalê. Endamên şandeyê diyar kirin ku wan dubare ragihandiye rayedaran ku ew dest ji îradeya xwe bernadin û dê li ser vê yekê biisrar bin.   Şendayê her wiha da zanîn ku wan careke din daxwazên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî rayedaran kirine.   Endamên şandeyê dan zanîn ku rayedarên artêşa Iraqê jî gotine ew ê van daxwazan ragihînin Bexdayê.