ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-12 09:00:08 * Ji salên 1990'î heya niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal Agirê Newrozê bêtir geş dibe. Lê belê bi milyonan kesên ku par ji ber pandemiyê qadên Newrozê vala hiştin, îsal li bendê ne ku dakevin qadan û li dor agirê Newrozê govendê bigerînin.  * Wê îsal Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Strana Newrozê jî eşkera bû.    * Ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F, 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Îzmîrê hatin kirin. Xwişka girtî Latîf Mollaahmetoglû Dîlan Mollaahmetoglû, diyar kir ku bi sewqkirina girtiyan re îşkence li malbatên girtiyan jî dikin.   * Çalakiya 16 karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar hatine derxistin, di roja 28'an de didome. Karkeran, diyar kir ku heya ku daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya wan dewam bike.    * Li Dîlokê 4 jinan bi hev du re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê didin.   * Baxçeyê ku qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi milyonan pere çêkiribû, niha bûye çop û çûye. Rêvebiriya qeyûm niha cardin dixwaze ji bo heman cihî milyonan xerc bike û ji bo vê projeyeke mînyaturî amade kiriye.    * Ramazan Atabay ku ji ber tevli prostestokirina Komkujiya Roboskiyê bûbû hatiye girtin, cara dudoyan e li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Atabay, xwest daxwazên çalakiyê esas bên girtin.   * Li Robarokê, gava Reşît Ekîncî tevî hevalên xwe çûbû geştê, eskeran bera wan dabû û ji serê xwe birîndar bûbû. Ekîncî, diyar kir ku eskeran gef lê xwariye û jê re gotine: "Ez im dewlet, bixwazim dikarim te bikujim." Her wiha Ekîncî, da zanîn ku eskerê ku ew birîndar kiriye, niha li qereqoleke din eskeriyê dike.    * Dadgehê darizandina derbarê Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca de dabû sekinandinê lê bi biryara dadgehê derbarê Ûca de fezleke hat amadekirin.    * Ji ber deynê xwe nedane ceryana malbata Nîllî hatiye birîn. Malbat, 40 roj e bê ceryan e û li bendê ye deynê wê yî ceryanê bê dayîn.    * Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 4'emîn de berdewam bike. (09.00)   * Danişîna 5'emîn a doza malbata Şenyaşar wê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Meletiyê were lidarxistin. (10.00)   * HDP wê li Mêrsînê "Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan" berdewam bike. (10.00/18.00)   * Komîteya Amadekar a Newroza Wanê wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)   * Navenda Mafên Parêzeran derbarê lêpirsîna li parêzeran hat destpêkirin wê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. (11.00)   * Hêzên Têkoşîna Hevpar ji ber salvegera Komkujiya Gaziyê wê li Sûltangaziya Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)   * Xebata Tifaqa Kurdistanî derbarê pilansziya pîrozbahiyên Newrozê de wê li otelek Amedê werin ba hev û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û nûnerên partî û rêxistinan dê bernameya Newrozê eşkere bikin.(12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Wanê têkildarî Komkujiya Beyazit û Qamişloyê dê li avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)