'Guh bidin daxwazên me' 2021-03-12 09:01:14 AYDIN - Ramazan Atabay ku ji ber tevli prostestokirina Komkujiya Roboskiyê bûbû hatiye girtin, cara dudoyan e li dijî tecrîda li Îmraliyê ketiye greva birçîbûnê. Atabay, xwest daxwazên çalakiyê esas bên girtin. Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 106'an de ye. Girtî Ramazan Atabey ku di sala 2011'an de ji ber ku li navçeya Germencîk a Aydinê tevli protestokirina Komkujiya Roboskiyê bûbû hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 18 sal ceza lê hatiye birîn, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jimare 2 a Tîpa T'yê agahî parve kirin.    PIRSGIRÊK DIDOMIN    Atabay ku di sala 2018'an de jî li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê û 154 rojan di grevê de mabû, xwest berî ku bi derengî bikeve daxwaz bên qebûlkirin.    Dayika wî Emîne Atabay, anî ziman ku di 25'ê Sibatê de bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê jê re gotiye, rojname, kovar, amûrên paqijiyê nadin wan û girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin.    BANGAWAZΠ   Dayik Atabay, bang li raya giştî û rêxistinên demokratîk kir û got: "Par, gava kurê min di greva birçîbûnê de bû, cejn bû. Ew di greva birçîbûnê de bû, min jî xwarina cejnê amade kir. Lê pariyek jî di qirika min re neçû. Gava min nexwaran, zarokan jî nedixwar. Cejn, ji bo me wekî şînê bû. Roj hebû xew bi çavê min nediket, hingî lêd fikirîm. Niha jî qet ji bîra min naçe. Hêvîdar im, dengên wan bê bihîstin û wekî ya berê dirêj dewam neke."    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'    Dayik Atabay, destnîşan kir ku tirsa wan ew e ku çalakî dirêj bidome. Atabay, bilêv kir ku daxwaza girtiyan ji bo azadiya kesên li derve ne û got: "Berê gava diçûm girtîgehê, gardiyan û hin karmendan nebaş tevdigeriyan. Ez li ber wan radibûm. Niha tu li ber wan rabî sûc e an jî ji ber vê tahdeyê li girtiyan dikin. Em jî ji bo zarokên xwe deng ji xwe naynin. Yanî tahde li me jî tê kirin. Helbet a zêde li girtiyan tê kirin. Em dixwazin bila tecrîd û ev zext û zorî rojek berî rojekê bi dawî bibin. Da ku em karibin bi rihetî bêhnê bistînin. Ez dixwazim rojek berî rojekê daxwazên wan bên qebûlkirin û berî ku mirin çêbibe tecrîd bi dawî bibe. Em ê şopdarê doza xwe bin û her tim li cem zarokên xwe bin."    MA / Esra Solîn Dal