Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke 2021-03-12 09:01:17 ENQERE - Dadgehê darizandina derbarê Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca de dabû sekinandinê lê bi biryara dadgehê derbarê Ûca de fezleke hat amadekirin.  Bi biryara dadgehê ya "rawestandina darizandinê" derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.    Di sala 2012'an de derbarê Ûcayê de doz hatibû kirin û cezayê lê hatibû birîn ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin. Dadgeha Bilind, cezayê Ûcayê xera kiribû û dadgeha xwecihî jî biryara rawestandina darizandinê dabû.    Lê belê biryara dadgehê wekî fezlekeyê ji Meclîsê re hat şandin.    ÇI BÛBÛ?    Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, di sala 2012'an de gava ji derveyî welat hatibû Tirkiyeyê pê re 248 qutî hebên vîtamînê yên B-12 hebûn. Hebên vîtamînê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de bûn. Ji ber ku li Tirkiyeyê tune bûn Ûcayê ji derveyî welêt anîbûn. Lê belê ji ber van heban, derbarê wê de îdianame hatibû amadekirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Bakirkoyê di sala 2014'an de, 10 sal ceza li Ûcayê birîbû. Ûca jî îtiraz kiribû û serî li Dadgeha Bilind dabû. Dadgeha Bilind jî di 1'ê Kanûna 2020'î de cezayê hatibû birîn xera kiribû.    MA / Dîren Yûrtsever