Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome 2021-03-12 12:10:01 RIHA - Nobeta malbata Şenyaşar a "Edaletê" ku li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 4'an de didome.   Emîne Şenyaşar û kurê xwe  Ferîd Şenyaşar, 4 rojin ji bo Edalet pêk bê, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeta rûniştinê li dar dixin. Çalakî di roja 4'an de didome. Di 24’ê Hezîrana 2018’an de di pêvajoya hilbijartina giştî de li Pirsûsê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Parlamenterê AKP'ê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de hevjîn Haci Esvet Şenyaşar û law Adîl û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Dayik Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 4 roj berê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kirin û nobeta lêgerîna edaletê kirin. Nobeta  lêgerîna edaletê di roja 4'emîn de didome. Daxwaza hêvdîtinê ya malbata Şenyaşar a têkildarî dosyayê, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Rihayê ve hat redkirinû piştî vê yekê malbatê dest bi nobetê kirin.      Li lêpirsîna dozê de 2 kes hatine girtin û bi giştî 13 kes tên darizandin. Danişîna dozê dê îro li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir. Dozger ji yek bersûcê girtî Fadil Şenyaşar ê 2 bira û bavê wî hat kuştin re heta 150 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Dozger ji birayê wekilê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz Enver Yildiz re jî heta 12  salan ceza dixwaze.    Ferît Şenyaşar, ji bo tev li danişîna dozê bibe çû Meletiyê. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Mehmet Şenyaşar jî çalakiya nobeta Edaletê ya li ber Edliyeyê didomînin.