Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin 2021-03-12 12:17:02   ŞIRNEX - Kartên ku di çarçoveya 8'ê Adarê de ji jinên girtî re hatin şandin, ji hêla rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê ve paş ve vegerandin.    Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP'ê di çarcoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, 1'ê adarê ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Baybûrtê dimînin re kartên 8'ê Adarê şandibûn. Kartên ku ji girtiyan re hatibûn şandin îro ji hêla rêveberiya girtîgehê ve bi minesebeta "Nehatine nasîn" paş ve hatine vegerandin.