Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan 2021-03-12 13:45:39 WAN - Parlamenter Mûrat Sarisaç, bertek nîşanî dorpêçkirina kolana avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê da û got: “Partiyeke mîna AKP’ê ya ku hemû hêviyên xwe bi şer ve girêdaye, ne pêkane ku bibe hêviya dayikan.”   Kolana Nacîbey a avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Wanê, îro cardin ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hat dorpêçkirin. Destûr nayê dayîn ku kes bikev kolanê. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarısaç û rêveberên partiyê, li dijî vê pêkanînê, li ber avahiya partiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Sarisaç, di daxuyaniyê de axivî û wiha hirsa xwe anî ziman: “Li vê derê wê çalakiyek bê lidarxistin. Ji ber vê yekê li vê derê bergiriyan digirin.”    AKP DAYIKAN NAFIKIRE   Sarisaç, da zanîn ku bi vê pêkanînê dixwazin HDP’ê bigirin û xebartên partiya siyasî asteng bikin. Sarısaç, bal kişand ser qedexeya çalakiyan a hezar û 572 rojin li bajêr dewam dike û wiha got: “Her roj dayik tên girtin. Lê AKP ji bo berjewendiyên xwe, dixwaze hinek kesan bixe nava tevgerê. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li kolanê ma. Goristan bombebaran kirin. Niha bi sedan dayik di girtîgehan dene. Ji ber vê yekê derdê AKP’ê ne dayikan û ne jî zarokên wan dayikane. Ger AKP, hesas nêz dibe wê demê bila vî şerî bi dawî bike. Ger ev şer bi dawî bibe, wê tu dayik rondikan nebarînin. Rêveberiya AKP’ê ev 20 salin welat veguherandiye gola xwînê. Her kes vê yekê dizane. Êdî tiştek tuneye ku hikumeta AKP’ê bide gelên Tirkiyeyê. Partiyeke mîna AKP’ê ya ku hemû hêviyên xwe bi şer ve girêdaye, ne pêkane ku bibe hêviya dayikan.”