Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin 2021-03-12 14:45:13   WAN - Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê komkujiyên di meha adarê de pêk hatin şeremzar kir.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê têkildarî komkujiyên Qamişlo, Gazî, Umraniye û Beyazitê yên di salên cuda de di meha adarê de pêk hatin daxuyanî da çapemeniyê û şermezar kir. Endam û rêveberên HDP, DBP, TJA, TÛHAY-DER û Parlamenterê Wanê Mûrat Sarisaç beşdarî daxuyaniyê bûn.    Rêveberê HDP’ê yê Bajêr Zekî Yalvaç daxuyanî xwend û destnîşan kir ku meha adarê hem meha berxwedanên mezin e û hem jî meha ku komkujiyên mezin qewimî ye. Yalvaç anî ziman ku ew li dijî komkujiyan têkoşîna xwe bidomînin û qurbaniyên Qamişlo, Gazî, Umraniye, bi bîr tînin.