Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e 2021-03-13 09:01:10 STENBOL  - Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Bijîşk Osman Ozturk, helwesta û têkoşîna hikûmetê ya li hemberî pandemiyê rexne kir û got: "Em dizanin, a ku me dikuje tenê ne vîrus e."  Li Tirkiyeyê cara ewil di 10'ê Adarê de hat ragihandin ku li Tirkiyeyê jî şewba Covîd-19'ê peyda bûye. Ji roja ku li Tirkiyeyê şewb peyda bûye heya niha 29 hezar û 356 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon û 850 hezar û 930 kes jî pê ketine. Her wiha heya niha 372 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane.    Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Bijîşk Osman Ozturk, di warê pandemiyê de rewşa Tirkiyeyê nirxand.    Ozturk, anî ziman ku gava mirov li performansên welatan ên li dijî pandemiyê dinirxîne, dibîne ku Tirkiyeyê di vî warî de welatekî binketî ye û hê jî li Tirkiyeyê pandemî bi awayekî dijwar didome û dibe ku ji niha û pê ve jî hejmara pêketiyan pir zêde bibe.    PÊKANÎN KÊM, ŞAŞ IN Û HEV NAGIRIN    Ozturk, bilêv kir ku her welat li gor xwe tevdîrên cuda digire û got: "Li Tirkiyeyê jî tevdîrên cuda hatin girtin. Ewilî polîtîkayeke çewisandinê xistin dewrê. A rast talûke zû hat fêmkirin û desteya zanistê hat avakirin û dibistan hatin girtin. Lê paşê tiştên bi vî rengî pêk nehatin. Ev tiştekî kêm û şaş e û pêkanîn hev nagirin."    TEVDÎRINE LI GOR ZANISTÊ NEHATIN GIRTIN    Ozturk, bibîr xist ku di demên ewil ên pandemiyê de îqtidarê behsa çîrokine serkeftî dikir û got: "Pandemî nû dest pê kiribû, dinya bitelaş bû, lê belê me dît ku di warê siyasî de biryareke 'em dikarin ji xwe re çîrokeke serketinê çêbikin' hat girtin. Em tim dibêjin, ji şewbê bêtir bîrbiriyê bi rê ve birin. Tu carî tevdîrine li gor zanistê negirtin."    Ozturk got: "Helbet hêleke aborî ya şewbê heye. Gava her der bi temamî bihata girtin, ê welatî bigotaa 'temam ez ê li malê bim, lê ez ê çi bixwim, çima dewlet alîkariya min nake.' Nexwestin têkevin bin vî barî. Jixwe aşkere ye ku di vî warî de dewlet mesrefek hindik kiriye. Lê ê ku maliyeta vê şewbê didin dîsa karker û esnaf in. Em dizanin, a ku me dikuje tenê ne vîrus e. Vîrus, li her derê cîhanê heye, lê li hin welatan hindik e, li hin welatan jî dibe sedema mirina gelek mirovan."    Ozturk, bal kişand ser bernameya derzîkirinê jî û destnîşan kir ku di vî warî de jî tevliheviyek heye. Ozturk got: "A ku karibe şewbê kontrol bikeî ne derzî ne, derzîkirin e. Derzîkirin mirovan diparêze, lê ji bo tevahiya civakê bê paratin, divê bê berbelavkirin."    MA / Kadîr Guney