Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin 2021-03-13 09:01:12 WAN - Derbarê 20 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de lewheya kesk û sor û zer, stranên kurdî û saeta dîwaran sûc hatine hesibandin.  Di 27'ê Mijdara 2020'an de di avêtina ser malan de 20 endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê hatibûn binçavkirin. Ji van ciwanan 7 jê hatibûn girtin.   Îdianameya derbarê 20 ciwanî de hat amadekirin. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Wanê jî îdianameya 32 rûpelî qebûl kir. Di îdianameyê de ciwan bi "endamtiya rêxistinê" tên tawanbarkirin.    KOMA WHATSAPÊ SÛC HATIYE HESIBANDIN    Di 3 rûpelên ewil ên îdianameyê de behsa dîroka PKK'ê hatiye kirin. Hevdîtinên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de nivîsên li dîwaran ên wekî "Di înfazê de wekhevî", "Wext kêm dibe, bi lez û bez berdin" û "Girtiyên siyasî berdin" ku li navçeya Artemêtanê li ser dîwaran hatibûn nivîsandin û koma Whatshapê ya ciwanan jî sûc hatiye hesibandin.    KEVAL, SAET, STRAN...    Di dema binçavkirinê de derbarê Vedat Ayaz de tu tiştek bi dest neketiye, lê belê di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku yê ku hesabê twîtterê yê "Meclîsa Ciwanan a HDP'a Çardêranê" bi kar aniye Ayaz e. Her wiha di îdîanameyê de hevdîtinên telefonê yên Ayaz sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de kevala kesk û sor û zer û saeta dîwaran a li ser WAN KJA nivîsîndî ku li mala Şiyar Beyaz bûne û stranên kurdî yên di telefona Beyaz de sûc hatine hesibandin.    FÎLMÊ 14'Ê TÎRMEHÊ    Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, stranên kurdî û fîlmê "14'ê Tîrmehê" yê derbarê pêkanînên Girtîgeha Amedê de û hin pankart sûc hatine hesibandin.   Danişîna ewil a dozê dê di 30'yê Nîsanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Wanê bê lidarxistin.    MA / Mujdat Can