Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin? 2021-03-13 11:45:44 ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, înşaeta TOKÎ ya li ser goristana Katolîk û Ermeniyan ava dikin ji Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum pirsî.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, xebatên înşaeta ku TOKÎ li ser goristana Katolîk û Ermeniyan ava dike, anî rojeva meclîsê. Paylan ji bo Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum bibersivîne pirsname dan meclîsê. Paylan ev pirs pirsîn:    “*Çima înaeta ku TOKÎ li ser goristana Ermeniyan ava dikin nayê rawestandin?    *Hûn di ferqê de ne ku TOKÎ hafizaya bajar û hebûna çandê ya Enqereyê tune dike?    *Hûn çima ser  hestî û çanda Ermeniyên Anadoliyê beton dikin.?"