Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan 2021-03-13 13:57:27   MÊRDÎN - Li dijî xwestina dersînorkirinê ya penaberê Suriyeyî Alî El Sulo ku li Mêrdînê hatibû binçavkirin û biribûn Navenda Paş Vegerandinê ya Dîlokê, serî li AYM’ê hat dayîn.   Penaberê Suriyeyî Alî El Sulo, duh li Mêrdînê ji aliyê kesên ku xwe weke “endamên îstîxbaratê” dabûn naskirin ve bi îdeaya “têkiliya wî bi rêxistinê re heye” bi serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Ji bo ku bi biryara Wezaretê Karên Hûndir bê dersînorkirin Sulo birin Navenda Paş Vegerandinê (GGM) ya Dîlokê.   Parêzerên Sulo, ji bo îtîrazî biryara derveyî sînor bikin xwest Îdareya Penaberan a Bajêr biryara “Çavderiya îdarî û dersînorkirin” betal bike. Lê daxwaza wan bi awayekî erênî nehat bersivandin. Pişt re parêzeran li gel endamên Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Mêrdînê derbarê ku biryar nedaye wan de girtek girtin û dûre daxwaznameyên xwe yên îtîrazê pêşkêşî Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Nobedar a Mêrdînê kirin. Dadgehê bi hinceta “ewrak kêm in” serlêdanê ji ûsûlê red kir.    SERLÊDANA AYM’Ê   Parêzeran, li ser redkirina daxwaznameyên wan ên îtîrazê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Parezeran, diyar kir ku ewlehiya canê muwekîlê wan nîne û xwestin “biryara tedbîrê” bê girtin. Hêj ji xwesteka parêzeran re tu bersiv nehatiye dayîn. Hat zanîn ku Sulo hêj li GGM’ya Dîlokê tê ragirtin.   DÎROKA DAWÎ 19’Ê ADARÊ YE   Parêzer, derbarê rewşa Sulo de bi rayedaran re jî axivîn. Parêzeran di hevdîtinê de têkildarî biryara dersînorkirinê qala dema îtîrazê kir. Rayedaran jî diyar kir ku wê Sulo heta 19’ê adarê li GGM’ê bê ragirtin û ragihandin ku wê li benda encama îtîrazê bimînin.