ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin 2021-03-13 14:45:40 ÎZMÎR - Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne û xwest bê berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online daxuyanî da. Di daxuyaniya vê hefteyê de,  tiştên ku bi serê girtiya nexweş a giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne hatine, hat vegotin. Endama Komîsyona Şaxê Nehîr Bîlece, diyar kir ku 84 jê giran 261 girtiyên nexweş li girtîgehên Herema Egeyê tên girtin.   Bîlece, bi bîr xist ku Ozbay a ji sala 1997’an ve li girtîgehê tê girtin di 16’ê Gulana 2018’an de bi teşhîsa penceşêra pêsîrê emeliyat bû û pêsîra wê ya çepê bi emeliyatê wergirtine. Bîlece, derbarê Ozbayê de ev agahî parve kirin: “Li ser cergê wê jî girêyek tespît kirin. Ligel gotina ku dê 3 rojan di lênêrîna awarte de bimîne jî, roja din birin hucreyê. Tevî ku mafê wê yê refakatê hebû jî, lê nedanê û mecbûr maye ku ew bi xwe pêwîstiyên xwe pêşwazî bike. Di 27’ê Hezîrana 2018’an de dest bi tedawiya kemoterapiyê hat kirin. 8 seansan kemoterapî 25 roj radyoterapî dît.”   TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN   Bîlece wiha berdewam kir: “Ligel vê nexweşî û tedawiya giran nexweşiyên weke li roviyan de polip, dongirtina cerg, migren, fitixa zik, pişt û stû hene. Ji bo Fatma Ozbay a evqas nexweşiyên wê hene hewldan neyên dayîn wê rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê yên mezin veke.”   DIVÊ DEMILDEST BÊ BERDAN   Bîlece, destnîşan kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê tedawiya Ozbayê tê astengkirin û wiha got: “Xetereya penceşêra Fatma Ozbay ku bi avêje malzaroka wê heye, ligel vê jî tedawiya wê nayê kirin. Ji bo ku tedawiya Ozbayê derve bê kirin û ji ber di nav koma rîskê ya girtiyan de ye dive demildest bê berdan.”