Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’ 2021-03-13 16:41:05   WAN – Komeleya Jinan a Starê û Odeya Ajokaran a Wanê, li hemberî tundiya li dijî jinan projeya “Em tundiyê frên dikin” dan destpêkirin.    Komeleya Jinan a Starê û Odeya Esnafên Ajokar û Otomobîlvan a Wanê, bi armanca ku li wesayîtên ragihandina komî, rawestgeh, otomobÎl, otobus û mînîbusan pêşî li tuniya li dijî jinan bê girtin, protokola bi navê “Em tundiyê frên dikin” îmze kirin. Di çarçoveya protokolê de ajokarên girêdayîş odeya navborî wê bên perwerdekirin û li qadên xebatên agahdarkirinê bên kirin.    BERNAMEYA PERWERDEYÊ   Ji Komeleya Jinan a Starê Meryem Aslan, têkildarî protokola ku îmze kirine axivî û diyar kir ku destpêkê bi 5 rawestgeh û 50 ajokaran re projeyê dane destpêkirin û wiha got: “Herî zêde  tundî li rawestgehan li jinan tê kirin. Em ê perwerde bidin ajokaran û hin xebatên rapirsînê bikin. Piştî perwerdeya ku bê dayîn em ê sertîfîka bidin ajokaran. Di çarçoveya projeyê de em ê di rojên pêş de manifestoya “ji tundiyê re tememûla sifir”  îmze bikin.”   Serkêşiya projeya mijara gotinê ye Komeleya Piştevaniya Jinan a Gûşiyê Xemrî dike. Di çarçoveya projeyê de li Wan, Trabzon, Edîrne û Mersînê 4 komeleyên jinan weke hevpar hatine diyarkirin û protokol hatiye îmzekirin.