Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin 2021-03-14 08:57:50   WAN - Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de bi şîara "Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" bi tevlêbûna gelek parlamenteran li Tenişta Kela Wanê Newrozê pîroz bikin.   Gelê Kurd dê îsal li 61 navendan bi şîara “Em bi Agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" Newrozê pîroz bikin. Li Wanê jî Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de bi heman şîarê li tenişta Keleha Wanê û ber Gola Wanê Newrozê pîroz bikin. Hevseroka  Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê  Sezaî Temellî û parlamenteren herêmê dê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin. Di mîtînga Newrozê de dê Koma Vardiya, Koma Awaza Azad, Xece û Azad Bedran derkevin ser qadê û konserê bidin. Komîteya Amadekar a Newrozê serî li Walîtiyê dabû. Walîtiyê destûra pîrozbaiyê dan. Komîteyê bang li hemû gelê Wanê kir ku di 21'ê Adarê de bi coşek mezin tev li pîrozbahiyê bibin.   Her sal bi sed hezaran gelê Wanê bi coşek mezin Newrozê li ber keleha Wanê piroz dikin. Li bendê ye ku îsal dîsa bi sed hezaran Wanî di 21'ê Adarê de biherikin qada Newrozê.