ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-14 09:00:09   * Girtiyê nexweş Emîn Aladag ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye bi rêya parêzerên xwe anî ziman ku hestiyên mil û piyê wî êdî dihilin û wiha got: "Ez êdî nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînim."    * Endamên Koma Pel û Koma Şitlên Azadî ku strana "Îro Newroz e" ya Ş. Hozan Hemido ji nûve distrên bang li her kesan kirin û xwestin bi Ruhê 90'î Newrozê pîroz bikin û li dora Agirê Newrozê govenda azadiyê bigerînin.    * Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, anî ziman ku îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve û wiha got: "Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."   * Nûray Abay a 75 salî ku nêzî 30 sal in her sal xwe bi xwe kincên xwe didirû û bi van kincan tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe. Abay got: "Heya sax bim ez ê biçim Newrozê. Ez evîndarê Newrozê me. Newroz roja vejînê ye."    * Elefterîa Fortûlakî, gotibû "Ez Newrozê pîroz dikim" û bedena xwe dabû ber agir. Hevjînê wê Şivan Otsal û keça wê Clara û kurê wê Ernesto, Newroza gelê kurd pîroz û dostên gelê kurd pîroz kir û bang kirin ku agirê Newrozê geş bikin."    *  Li Wanê jinên ku her sal tevli pîrozbahiyên Newrozê dibin, diyar kirin ku dê îsal jî dakevin qadan û wê agirê Newrozê tu carî netefe.    * Mûstafa Yandi, bi awayekî derûnî û fizîkî tahde li Parêzer Betul Çetînê kiribû. Çetînê jî giliyê wî kiribû û 20 hezar TL tazmînat wergirtibû. Çetînê tazmînata ku wergirt ji bo jinên ku tahde li wan tên kirin xerc kir.    *  Rêya masîpankan Cobara Akkopruyê ji qirêjiyê xalî nabe. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku hem zirar digihê masiyan hem jî digihê wan.    * Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar bi daxwaza "edaletê" li ber Edliya Rihayê dest pê kir, di roja 5'emîn de berdewam dike. (09.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, di daxuyaniya li avahiya partiyê bide de, wê starta pîrozbahiyên Newroza 2021'an bide. (11.00)   * Parlamenterên HDP'ê, di çarçoveya kampanyeya îmzeyê ya ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdê dest pê kirin de, wê li Otela Demîr a li Amedê, bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re bi civin. (11.00)