Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir 2021-03-14 09:03:28   STENBOL- Elefterîa Fortûlakî, gotibû "Ez Newrozê pîroz dikim" û bedena xwe dabû ber agir. Hevjînê wê Şivan Otsal û keça wê Clara û kurê wê Ernesto, Newroza gelê kurd pîroz û dostên gelê kurd pîroz kir û bang kirin ku agirê Newrozê geş bikin."    Elefterîa Fortûlakî ya Yûnanî, ji bo dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermear bike, di 24'ê Adara 2006'an de li baxçeyê Dêra Aîos Agîos Mîlanos a Atînayê gotibû "Ez îsal Newrozê pîroz dikim, lê hinekî bi derengî" û bedena xwe da bû ber agir. Elefterîa di 27'ê Adara 2006'an de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Elefterîa gava jiyana xwe ji dest da keça wê Clara yek salî û kurê wê Ernesto jî 2 salî bû.    Hevjînê wê Şivan Otsal û keça wê Clara û kurê wê Ernesto, Newroza gelê kurd û dostên gelê kurd pîroz kirin û bang li her kesî kirin ku agirê Newrozê gur bikin. Otsal ku got "Xwe li ber kesên ku bi agirê Newrozê bedena xwe dane ber êgir bejna xwe ditewînim" Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz kir.    BI BÎRANÎNA DÊYA XWE MEZIN BÛN    Otsal, bilêv kir ku tenê ne Fortûlakiyê dê tu kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane, ji bîr nekin. Otsal, anî ziman ku 15 sal derbas bûne, lê belê ev 15 sal ji bo wî û zarokên wî pir dijwar derbas bûne. Otsal, destnîşan kir ku lê belê bi moralê ku têkoşîna gelê kurd li wan peyda dike ji derheqê zor û zehmetiyan derdikevin.   Otsal, diyar kir ku keça wî Clara niha 16 salî û kurê wî Ernesto jî 17 salî ye û her du jî bibîranîna dêya xwe mezin bûne û tim nameya ku Fortûlakiy li dû xwe hiştiye tim dixwînin.    Otsal, anî ziman ku piştî ku Fortûlakî bi têkoşîna gelê kurd hesiyaye, wext xwe tim bi têkoşînê û ji bo hînbûna kurdî derbas kiriye û got: "Kurdî hîn dibû, hemû nûçe dişopandin. Êvaran bi saetan li ser kurdî hûr dibû. Her kêliya wê têkoşîna gelê kurd bû. Gava xwarin çêdikir jî li zilma dewleta tirk ku tim li kurdan dikir, difikirî. Erê, bi awayekî fizîkî li vir bû, lê hişê wê li Kurdistanê, li cem gelê kurd bû. Di sala 2006'an de li Atînayê tevli pîrozbahiya Newrozê bû. Stranên me tim li ser têkoşînê û şehîdan e. Ez wisa texmîn dikim li wir, biryara çalakiya xwe girtibû."    BERBELAV BÛ   Otsal, destnîşan kir ku gelek kes bandor ji çalakiya Fortûlayê girtine û got: "Di nameya xwe de behsa sembolên gelê kurd Zekiye Alkan, Sema Yuce û hevalên şehîd ên din kiribû. Bandoreke pir mezin li Elefteriyayê kiribûn. Lê Elefteriyayê jî bandoreke mezin li gelê kurd kir. Piştî çalakiya wê, bi sedan ciwan tev li nav refên têkoşîna gelê kurd bûn."    BANGAWAZΠ   Otsal, destnîşan kir ku Newroz serhildan e û azadiya gelê kurd e û wê tu hêz nikaribe pêşî li ber bigire û wê asteng bike. Otsal, anî ziman ku bi awayekî fizîkî dibe ku ne li qadên Newrozê bin lê belê dilê wan her tim li qadên Newrozê ye û got: "Gelê me, êdî şiyar bûye. Serî radike. Xwedî li Newrozê derdikeve. Gelek bedêl dan. Gelek şehîd, gelek girtin çêbûn. Lê dîsa jî gelê kurd paş de gav neavêt. Gelê kurd wekî her salê îsal jî dê bi coşeke mezin xwedî li Newrozê derkeve û peyama xwe bide. Dixwazim gelê me bi coş û baweriyeke mezin tevli pîrozbahiya Newrozê bibe. Ji dil û can silavnên xwe li wan dikim. Bang li tevahiya gelê kurd dikim ku tevli pîrozbahiya Newrozê bibin."    MA / Îdrîs Sayilgan