Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir 2021-03-14 11:37:26 SÊRT - Cerdevanê ku paşnavî wî D. li Gundê Bombatê yê Navçeya Xizxêrê tecawizî jina astengdar M.E. kir.    Li  gundê Bombatê yê Navçeya Xizxêrê ya Sêrtê, cerdevanê paşnavê wî D. tecawizî jina astengdar M.E. ya 19 salî kir. Bûyer pişît zikê jina astengdar ya cerdevan tecawizî wê kiriye, mezin bû, rakirine nexweşxaneyê û li nexweşxaneye aşkera bû ku jina astengdar ducanî ye. Piştî aşkerakirina bûyerê Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê jina tecawizî wê hatiye kirin li Sêrtê xist bin parastinê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin jina dûcanî rojên borî welidî ye û der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.  M.E., ku welidî û zarokek jêre çêbû, li Midûriyeta Bajar a Sêrtê ya girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê xistin bin parastinê.    CERDEVAN SERBEST E    Lê hêj cerdevanê ku tecawiz kiriye nehatiye binçavkirin û girtin.