ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-15 09:00:13   * Bi rasthatina Newrozê re Newroza sala 1992’yan a Nisêbînê ku komkujî pêk hatibû tê bîra meriv. Şahidê komkujiyê Salîh Falay dibêje “Jinek ku xwe avêt avê jî gulebaran kirin. Panzêrê pê li hevalên me kir. Hêj ew kêlî tê xewna min.”    * Li Stenbolê agirê Newrozê ji sala 1979'an ve tê pêxistin. Newroza ku li Eywana Dawetê dest pê kir îro ji aliyê milyonan ve li Stenbolê tê pîrozkirin. Ji wê salê ve tevî hemû astengiyan jî Newroz hat pîrozkirin. Ji Newroza bi beşdariya hezaran kes dest pê kir îro gihîştiye milyonan û wê îsal azadî û serketin were qîrkirin.   * Bernameya Newroza 2021’an a bajarên Herêma Egeyê diyar bû.    * Şêniyên Wanê banga beşdariya Newrozê kirin û gotin: “Em bi ruhê Newroza sala 2008’an biherikin qada Newrozê.”    * Parlamenterên HDP’ê banga beşdariya Newrozê ku bûye remza têkoşîna kurd kirin û xwestin xelkê kurd biherikin qadan.    * Rojnameger Meltem Oktay ku di qedexe û dorpêça Nisêbînê ya navbera 2015-2016'an de, di nava şer de ma û bû şahidê serhildana gel û êrîşên li dijî Nisêbînê, qala wan rojan kir. Oktay, ew roj wekî "Rojên dîrokî" pînase kir û wiha got: "Ew rojên dîrokî bûn. Ez li aliyekî bûm şahidê zilm û hovîtiyê. Li aliyê din li dijî vê yekê berxwedanek pir mezin hebû."    * Li navçeya Akdenîza Mêrsînê zaroka 8 salî bi îstîsmara zayendî ya Kerîm K. ê 67 salî re rûbirû ma. Ev zarok piştî bûyerê ji tirsa newêre derkeve derve. Faîl jî serbest hatiye berdan.    * Nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 7'an de berdewam bike.    * Li Êlihê, Mêrsîn û Rihayê bernameyên Newrozê werin eşkerekirin. (13.00)   * Li navçeyên Bagcilar, Beylikduzu û Kuçukçekmece yên Stenbolê wê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" pîrozbahiyên Newrozê werin lidarxistin. (19.00)   * Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî binçavkirin û girtinên rêveber û endamên MEBYA-DER'ê wê rapora binpêkirinên mafan li avahiya xwe ya Amedê eşkere bike. (14.00)