Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye! 2021-03-15 09:21:02   MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîza Mêrsînê zaroka 8 salî bi îstîsmara zayendî ya Kerîm K. ê 67 salî re rûbirû ma. Ev zarok piştî bûyerê ji tirsa newêre derkeve derve. Faîl jî serbest hatiye berdan.    Li taxa Kazanli ya girêdayî navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di 5’ê adarê de zaroka 8 salî bi îstîsmara zayendî ya Kerîm K. ê 67 salî re rûbirû ma. Li ser qîrîna keça xwe bavê wê çû cihê bûyerê û bû şahidê îstîsmarê. Li ser gilîkirinê faîl Kerîm K. hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.    ZAROK HÊJ DITIRSE    Bavê zarokê Ahmet Kivilcim (38) bertek nîşanî serbest berdana faîl da û ew bi gefên Kerîm K. û nasên wî re rûbirû maye û ew bûye şahidê îstîsmarê. Kivilcim anî ziman ku divê ew faîl bi giranî bihata cezakirin û berdana faîl ji wan re giran tê û bang kir ku faîlên wisa hemû werin cezakirin. Kivilcim diyar kir ku 10 sal beriya niha jî Kerîm K. bûyerek wiha pêk aniye û berdana vî kesî wan matmayî dihêle. Kivilcim anî ziman ku piştî bûyerê derûniya keça wî xera bûye û keça wî 2 roj xwarin nexwariye û hêj ew ditirse û ji ber tirsê ew hêj newêre derkeve derve. Kivilcim got dema keça wî li ber derî zilaman dibîne direve tê malê.    MA /Omer Akin - Mehmet Şah Orûç