Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê 2021-03-15 09:21:44 MÊRDÎN - Rojnameger Meltem Oktay ku di qedexe û dorpêça Nisêbînê ya navbera 2015-2016'an de, di nava şer de ma û bû şahidê serhildana gel û êrîşên li dijî Nisêbînê, qala wan rojan kir. Oktay, ew roj wekî "Rojên dîrokî" pînase kir û wiha got: "Ew rojên dîrokî bûn. Ez li aliyekî bûm şahidê zilm û hovîtiyê. Li aliyê din li dijî vê yekê berxwedanek pir mezin hebû."  Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji sala 2015'an heta 14'ê Adara 2016’an 8 caran qedexe hat îlankirin. Qedexeya 8'emîn pişti di 14'e Nîsana 2016'an de dest pê kir, heta 21'ê Nîsana 2018’an berdewam kir. Qedexeyên li Nisêbînê hatin îlankirin 5 sal li pey xwe hiştin. Piştî qedexe hatin îlankirin polîs û eskeran bi tang, top, helîkopter û çekên giran êrîşî taxên Nisêbînê kirin. Esker û polîsên ku li dijî endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) gelek ketin zorê, derûniya wan xera bû. Ji ber derûniya gelek polîs û eskeran xera bkû, wekî “Sentroma Nisêbinê" pênase kirin. Di şerê nisêbînê de zêdeyî 100 welatiyên sivîl û bi sedan esker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ser şer bigirin û veşêrin li qada şer lê pêk hat, avahiyên TOKÎ ava kirin. Dîsa li gelek nokteyan qereqolên polîsan ava kirin û li serê her kuçeyê nokteyên kontroyê ava minih, Tevî ku kavilên xaniyan ên di şer de xera bûn rakirin jî hêj gelek malbat negîhiştine cenazeyên zarokên xwe. Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) di 30'ê Nîsana 2014’an de xwest "Plana Çalakiya Têkçûnê" têxe meriyetê. Lê hêj ev plan bi ser neketiye.   Li navçeya Nisêbînê piştî 8 caran hikûmetê qedexe îlan kir, li navçeyê şerê dijwar qewimî. Di şer de bi dehan kesên sivîl jiyanaxwe ji dest dan. Rojnameger Meltem Oktay ku di pêvajoya qedexeyan û şer de li navçeya Nisêbînê bû, qala rojên şer kir. Oktay, ku li nava taxan bû şahidê şer û berxwedana gel, gelek nuçe çêkirin û gelek wêneyên şer bi raya giştî re parve kir. Oktay, bi nûçeyên çêkir geşedanên li Nisêbênê pêş ketin bi raya gişti re parve kir. Dema qedexeya kolanan li Nisêbînê berdewam dikir, polîsan di 12'ê Nîsana 2016’an de bi ser mala lê dima de girt. Di serdegirtina malê de polîsan Rojnameger Meltem Oktay û Ugur Akgul binçav kirin. Piştî binçavkirinê şandin edliye û ji wir şandin girtîgehê Oktay, nêzî 3 salan girtî ma. Oktay ku piştî ceza lê hat birîn çû Ewropayê çavdêrî û şahidiya xwe parve kir.    'BI ŞEV Û ROJAN TAX BOMBE DIKIRIN   Oktay, anî ziman ku her tişt piştî Plana Çalakiya Têkçûnê ya şerê taybet a li Kurdistanê xistin meriyetê dest pê kir û wiha got: "Piştî rêya siyaseta demokratîk xetimî, gel ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vekin, daxwazên rêveberiya xweser kirin. Li gelek bajarên Kurdan rêveberiyên xweser (Xweseriyên demokratîk) hatin îlankirin. Ev daxwazek siyaseta demoratîk bû. Lê dewletê û hikûmeta AKP'ê ev daxwaz îlagal nişan dan û kir sedema êrîşan. Li dijî gel êrîş zêde kirin. Li dijî rêveberiyên herêmî êrîş zêde kirin. Gel xwest li dijî van êrîşan nirxên xwe biparêzin. Gel ji bo xwe biparêzin kolan û taxên xwe girtin û xwe parastin. Dema em ewil çûn Nisêbinê polîsan destûr nedan ku em têkevin nava navçeyê. Em neçar man ku li derve bişopînin. Wê demê li dijî Nisêbînê êrîş pir zêde bûn. Çekên giran bikar dianin. Polîs û eskeran bi maşîneyên zirxî, tang û topan bi şev û rojan tax û kolan bombe dikirin. Şev û roj tax didan ber guleyan."    'TENÊ RÊVEBERIYA XWESER DIXWESTIN'    Oktay, da zanîn ku piştî qedexeya ewil rabû ketin nava navçeyê û wiha lê zede kir: "Dema em ketin navçeyê gel bi coşek mezin em pêşwazî kirin. Coşek mezin hebû. Wê demê mûyê mirov dibû şûjin. Gel li pêvajoyê xwedî derket û nirxên xwe parst. Gel tenê reveberiya xweser dixwest. Gel bi kal, pîr, ciwan û zarokan taxên xwe û malên xwe parastin. Li dijî êrîşan heta dawî li ber xwe dan. Li taxan kedek mezin hebû. Her kes di nava kedê de bûn û xebatek kolektif hebû. Gel di nava piştevaniyek pir xurt de bû. Her tiştê xwe bi hevre parve dikirin. Tenê rêveberiya xweser dixwestin.    'BI ZANEBÛN MIROV TERKÎ KUŞTINÊ HIŞTIN'    Otay, da zanîn ku piştî qedexe îlan kirin êrîş zêde kirin û wiha got: "Bi zanebûn qedexe îlan kirin. Di qedexeyan de trafoyên ceyranê teqandin. Depoyên avê teqandin. Bi zanebûn depo û amûrên pêdiviyên sereke talan û wêran kirin. bi zanebûn gel ji pêdiviyên wan ên sereke mahrûm hiştin. Di qedexeyan de av û ceyran tune bû. Gel bê av û di tariyê de bûn. Li gel vê yekê heta dawî li ber xwe dan. Heta dawî piştevaniya hev kirin û her tiştên xwe li hev parve kirin. Ji bo berxwedana gel bişkînin, av û ceyran ji ser gel qut kirin. Ketin û derketina taxan qedexe kirin. Bi zanebûn mirov wekî ‘terrist’ ilan kirin. Ji kesên hatin kuştin Ahmet Sonmez ê 55 sali û dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen kuştin û wekî terorîst îlan kirin. "    'GEL LI BER XWE DA'   Oktay, da zanîn ku dewletê 8 caran li Navçeya Nisêbînê qedexe îlan kir û wiha berdewam kir: "Tevî êrîşên dijwar gel liber xwe da. Polîs û esker rastî berxwedana xurt a gel hatin. Berxwedana gel bi mehan berdewam kir. Piştî di 14'e Adarê de qedexe îlan kirin, vê carê polîs û esker bi hemû hêza çekên giran êrîşî taxan kirin. Bi hemû çekên giran ên eskerî êrîş kirin. Ji hewa de û bi tang û topan êrîş kirin. Ketober her kolan û tax gulebaran kirin û top barandin. Xanî xera kirin û ketin taxan. Xwestin hemû ciwanên ku taxên xwe diparêzin tune bikin. Bi hefteyan êrîşa esker û polîsan berdewam kir. Lê ciwanan jî heta dawî li ber xwe dan. Polîs û esker rastî berxwedana ciwanan hatin."    'PIŞTEVANÎ HEBÛ'    Oktay, bal kişand ser hevkarî û piştevaniya gelê Nisêbînê û wiha pêde çû: "Ez bûm şahidê birîndarkirin, kuştina mirovan. Ez bûm şahidê berxwedanê. Şer û berxwedana li Nisêbînê bandorek pir mezin li ser min kir. Medenî Orak û Rohat Karakoç li orta kolanê bi êrîşa maşineyên zirxî hatin kuştin. Dema mirovan xwestin biçin birîndarên xwe ji kolanê nakin, li ser wan gule reşandin û destûr nedan biçin birîndaran rakin. Wê demê ez gelek caran bêçare mam. Wê demê wekî kesek rojnameger hem diviya bû ez wêne bikişînim û wan kêliyan bi raya giştî re parve bikim, hem jî diviya bû ez destê xwe dirêjî wan birîndaran bikim. Ez di nava du hestan de mam. Lê tişta li wir pêş ket zilm û hovîtî Bû. Diviya bû ez vê hovîtî û zilmê bi raya giştî re parve bikim. Ji ber ku min ew bi raya giştî re parv kir ez kêfxweş im. Ji ber ku ez rojnameger bûm, mirovan her tiştên xwe bi min re parve dikir. Ez dawetî mala xwe dikirim. Vê piştevanî û xwedî derketinê ez pir kêfxweş dikirim."    'PÊVAJOYEK DÎROKÎ BÛ'    Oktay, herî dawî anî ziman ku piştî hat girtin, geşedanên li Nisêbînê pêş ketin ji medya û kesên piştî wê hatin girtin û darizandin şopand û wiha bi dawî kir: "Ew demek pir dîrokî bû. Ji bo min Nisêbîn pêvajoyek mîladî bû. Ev berxwedan bi hêza vînê pêş ket. Bê rexwedanê "Sendroma Nisêbînê " ava kir. Ez li Nisêbînê hem bûm şahidê Zilm û hovîtiyê. Hem bûm şahidê berxwedanek mezin. Divê ew pêvajo hemû bê nivîsandin û bibe malê dirokê. Ji ber vê yekê min dest bi nivîsandina pirtûkê kir. Ez armanc dikim ku piştî demekê tiştê min nivîsî biweşînim."    MA / Ahmet Kanbal