‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’ 2021-03-15 11:09:11   ÎZMÎR - Jinên ku şahidiya çalakiya Rahşan Demîrel kirin û ji wê rojê ve tevlî her Newrozê dibin wiha gotin: “Ji bo me wateyeke cuda ya kelehê heye. Ev der cihê ku salên berxwedan û ciwantiyê yên zarokên me lê derbas bûyî ye. Mîrateya zarokên me ye.”   Taxa Kadîfekaleya Îzmîrê ku Rahşan Demîrel a bûye remza Newrozê lê jiyana xwe ji dest da, îsal zû dest bi amadekariyên Newrozê kirin. Rahşan Demîrel a li dijî zilm û zorê di sala 1992’yan de weke agirê serhildanê yê Kawayê Hesinkar vêxist wiha gotibû: “Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Ez mecbûr im bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Li min xwedî derkevin. Ez Îsmet Sezgîn agahdar dikim, wê Newroz bê pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî wê bi canê me were pîrozkirin!” Ew tesîra çalakî û gotinên Demîrel da avakirin hêj didome.   Hasîne Kaygisiz (72) û Mehdiye Adanir (74) ên şahidiya çalakiya Demîrelê kirin, atmosfer, rihê wê rojê û tiştên hatin serê wan vegotin.    ‘EM BI QÊRÎNÊ DERKETIN DERVE’   Hasîne Kaygisiz (72) a ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçî Kadîfekaleya Îzmîrê kir, anî ziman ku bi çar çavan li benda Newroza ku ciwanên kurd bi bedelên giran afirandiye ne. Kaygisiz bi bîr xist ku Newroz ji aliyê hikumeta demê ve hatibû qedexekirin û wiha axivî: “Di pîrozbahiyên Cizîr û Nisêbînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Herkes gelek bi hêrs bû. Rahşan Demîrel a cîrana me di nava kelehê de xwe şewitand. Em bi qêrînê derketin derve. Heta ku em gihiştin cem wê polîs û tîmên agirkujê hatibûn, nehiştin em nezîk bibin. Dayika wê û ciwanan betanî anîn. Dayika wê xwest cenazeyê keça wê bidin wê. Hemû gelê Taxa Kadîfekale li wir bû. Li gel zextan jî cenaze nedan polîsan. Piştî wecîbeyên olî cenaze şandin welat. Keseke ku ji welatê xwe hezdikir û ji bo wê têdikoşiya bû. Ji bo me ev çalakî kir. Ji bo ku em Newrozê bi awayekî azad pîroz bikin. Em jî qasî ku em bijîn em ê Newrozê pîroz bikin.”   LI GEL ZEXT Û QEDEXEYAN JÎ…   Kaygisiz diyar kir ku li gel şertên demê jî gel ji pîrozkirinan paşve gav neavêt û wiha got: “Li gel qedexeya salên 1990’î jî gel li Kadîfekaleyê Newroz bi coş û berxwedan pîroz dikir. Bi destpêka adarê hemû keleh bi kelecan dibû. Jin, zarok û ciwan beriya mehekê cilên xwe yên heremî didirûn. Yên ku cilên wan nebûn jî ji cîranê xwe digirtin. Dayikan zendik û flamayên kesk û sor û zer hûnandin. Ciwanan lastik, dar û tiştên weke wan stok dikirin. Me jî darên ji bo tenûrên xwe anî bûn ji bo wê rojê vedişartin. Jinan û ciwanan beriya hefteyekê li kelehê dest bi pîrozbahiyan dikirin.”   ‘MÎRATEYA ZAROKÊN ME’   Mehdiye Adanir (74) a bi zextên dewletê ji Mêrdînê hatiye koçkirin jî yek ji wan kesan e ku ji wê rojê ve li kelehê beşdarî pîrozbahiyan dibe. Adanir bi bîr xist ku ji xeynî pîrozbahiyên navendî li her taxê Newroz dihat pîrozkirin û wiha axivî: “Ji bo me wateyeke kelehê ya cuda heye. Ev der cihê salên ciwantî û berxwedana zarokên me lê derbasbûye ye. Kurê min ewil li vir agirê Newrozê pêxist û li vir hat binçavkirin û girtin. Ew di girtîgehê de ye lê ez her sal peywîra wî bi cih tînim. Ez nikarim govendê bigerînim jî gelê ku pîrozbahiyan dikin temaşe dikim. Tililî kişandin. Cîrana me Rahşanê xwe li vê qadê şewitand. Ez wê rojê gelek giriyam, ji ber ku jinekê ji bo me xwe fedakiribû. Ez ê vê çawa ji bîr bikim. Mîrateya zarokên me ye. Cihê Rahşanê xwe şewitandî ji ber ku cihekî dîrokî ya nahêlin kes biçe lê em ji bîr nakin. Weke duh di bîra min de ye.”   ‘EM Ê DÎSA BIÇIN PÎROZBAHIYAN’   Adanir destnîşan kir ku ji ber Newroz qedexe bû, rojekê beriya çalakiya Demîrelê bi awayekî korsan hat pîrozkirin û wiha got: “Em sibê zû rabûn û kesk, sor û zer û cilên xwe yên rengîn li xwe kirin. Ciwanên taxê, bi şev lastîk komkiribûn. Wan agir pêxist me jî dar dibirin. Qasî ku agir bilind dibû coşa me û tililiyên me jî bilind dibû. Me govend digerand û stran digotin. Dirûşmên azadiyê berz dikirin. Li gel qedexeyan jî be agir bilind dikir. Polîs û tîmên agirkujê agir vedimirand. Piştî ku ew diçûn me careke din pêdixist. Keleh weke qada berxwedanê bû. Newroz bi coş dihat pîrozkirin. Em ê dîsa biçin pîrozbahiyan. Newroz cejna me ye.”   MA / Esra Solîn Dal