Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin 2021-03-15 12:46:53   ENQERE - Piştî biryara DMME’yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de danişîna ewili ya doza wî dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê were lidarxistin.    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F tê ragirtin. Doza sereke ya Demîrtaş gelek caran hat lidarxistin û niha negirtî jê tê darizandin. Danişîna doza sereke wê di 16-17’ê adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê were lidarxistin. Danişîn ne li Edliya Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Carek jî Demîrtaş beşdarî danişînê nekirine. Di her danişînê de ji Girtîgeha Edîrneyê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînan bûbû. Tê payîn sibê jî bi rêya SEGBÎS’ê dîsa wî beşdarî danişînê bikin.    DOZ JI 31 FEZLEKEYAN PÊK TÊ    Demîrtaş bi îdiayên wek "Avakirin û birêvebirina rêxistinê”, “propaganda rêxistinê kiriye” û “pesindana sûc û sûcdar” tê darizandin û ji bo wî 142 sal cezayê zindanê tê xwestin. Doz li Amedê hatiye vekirin lê bi Hêceta “ewlehiyê” doz neqlî Enqereyê hatiye kirin. Ev îdiayên avêtine ser Demîrtaş ji 31 fezlekeyên ji aliyê Meclîsê ve hatine qebûlkirin pêk tên.    BERDANA DEMÎRTŞA HAT ASTENGKIRIN    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî di 20’ê Mijdara 2018’an de xwestibû Demîrtaş li tavilê were berdan û biryara pêwîste negirtî were darizandin dabû. Piştî biryara DMME’yê Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê di 2’yê Îlona 2019’an de bêyî Demîrtaş û parêzerên wî beşdarî danişînê bibin biryara berdana Demîrtaş dabû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20’ê Îlona 2019’an de derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê de biryara girtinê dabû.    Serdozgeriya Enqereyê bi lez û bez di 20’ê îlonê de îfadeyên Demîrtaş û Yuksekdag girtibû û bi îdiayên wek “xerakirina yekîtiya dewletê û tevahiya welat”, “kuştina kesan a biwesfa bi qestî” û “hewldana bi qestî kuştina kesan”, “talan” û “kes ji azadiyê bêpar hiştin” wan da girtin.    PIŞTÎ BIRYARA DMME’YÊ DANIŞÎNA EWIL    Daîreya Mezin a DMME’yê di kanûna 2020’an derbarê Demîrtaş de biryara divê teqez were berdan da. Tevî vê biryara DMME’yê jî Demîrtaş nehat berdan. Di biryara DMME’yê de tê gotin ku Demîrtaş bi awayek siyasî girtî ye. Piştî vê biryara DMME’yê cara ewil wê danişîna doza sereke ya Demîrtaş sibê were lidarxistin.