Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir 2021-03-15 13:55:48   RIHA - Zarokê 17 salî Ahmet Çetîn Genç ê ku polîsan maşîne lê qelibandibû piştî 74 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Zarokê 17 salî Ahmet Çetîn Genç ê ku polîsan di 31'ê Kanûna 2020'an de li Navçeya Halîliye ya Rihayê bi mororsikletê polîsan (Yunus) lê qelibandibû û bi giranî birîndar kiribûn, piştî 74 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Genç, duh li Nexweşxaneya Mehmet Akif înan jiyana xwe ji dest da. Piştî rapora otopsiyê û wecîbeyên olî, cenazeyê Genç li Goristana Deriyê Harranê ya Navçeya Eyyubiye ya Rihayê defin kirin.