Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn 2021-03-15 14:04:02   COLEMÊRG - Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê starta pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de were lidarxistin da.    Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê tekildarî pîrozbahiya Newroza dê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dê li dar bixe daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê hat dayîn û rêveberên HDP’ê beşdar bûn.    Hevserokê Komîteya Amadekar Kadîr Şahîn axivî û diyar kir ku ew ê pîrozbahiya Newrozê roja 21’ê Adarê saet di navbera 10.00-16.00’an de li navenda sûkê li dar bixin û ji bo vê yekê serî li walîtiyê dane. Şahîn anî ziman ku ew ê bi beşdariya bi coş a gelê xwe newroza xwe pîroz bikin. Şahîn derbarê bernameyê de jî agahî da û diyar kir ku wê hunermend Mûrat Demîr, Koma Çiya û Koma Sorjiyan dê beşdarî pîrozbahiya wan bibin û her wiha wê parlaementerên HDP’ê Hasan Ozguneş û Şevîn Coşkûn jî axiverên pîrozbahiyê ne.