Mehmet Ocalan: Em bi fikar in 2021-03-15 15:38:04   RIHA - Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî îdiayên tên parvekirin anî ziman ku nêzî salekê ye ji kekê xwe agahî wernegirtiye û got: “Em bi fikar in. Berpirsiyar dewlet e.”   Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, têkildarî îdiayên derbarê kekê wî de li ser medya civakî tên parvekirin ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Mehmet Ocalan diyar kir ku derbarê îdiayan de ew nehatine agahdarkirin û ew bi fikar in.    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E’    Ocalan bi bîr xist ku herî dawî ew piştî şewata li Girava Îmraliyê derketibû di 3’yê Adara 2020’an de bi kekê xwe re hevdîtin pêk aniye û wiha axivî: “Ev nêzî salekê ye em ji serok agahî nagirin. Em bi fikar in. Berpirsiyar dewlet e. Divê dewlet me agahdar bike. Heta niha tiştek ji me re negotine. Her tiştî qedexe kirine. Divê me agahdar bikin. Di nîveka deryayê de ye, em agahî nikarin bigirin. Em bi rêya parêzerên xwe her tim serî li dozgeriyê didin lê belê em bersivê nagirin.”