Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin 2021-03-15 16:27:32   AMED- OHD’ê têkildarî operasyona li dijî MEBYA-DER'ê raporek çavdêriyê eşkere kir û di raporê de hat gotin giliyê dozgeriyê lêpirsîn birêve biriye de ji HSK’ê re hatiye kirin.    Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê raporek çavdêriya derbarê binçavkirin û girtina endam û rêveberên MEBYA-DER’ê ku wextê binçavkirinê mafê wan hatiye binpêkirin amade kir û bi raya giştî re parve kir. OHD’ê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê rapor eşkere kir û rêveberên komeleyê beşdarî civînê bûn.   Di raporê de hat gotin di 27’ê sibatê de 13 endam û rêveberên MEBYA-DER’ê hatine binçavkirin di pêla binçavkirina ewil de temenê 7 kesan bi ser 60 salî re bûne û 3 kes jî nexweşînên wan kronîk hene. Di raporê de hat diyarkirin ku di serdegirtina malan de belgeyên hatine desteserkirin wek sûc hatine dîtin.    TUNDIYA DERÛNΠ   Di raporê de hat gotin ku binçavkirî bi zextên derûnî yên polîsan re rûbirû mane û her wiha dema yên hatine girtin birine girtîgehê jî bi tundiya derûnî ya karmendên girtîgehê re rûbirû mane.    KELÛPELÊN PAQAJIYÊ NEDANE WAN    Di raporê de hat gotin dayik M.S. û H.A. ên extiyar hatine girtin û dema wan birine girtîgehê kelûpelên paqijiyê nedane wan.    XWARIN Û AV NEDANE    Di raporê de hat destnîşankirin ku di 3’yê adarê de jî pêla binçavkirinê ya duyem li dijî MEBYA-DER’ê pêk hatiye û 15 kes hatine binçavkirin û di binçavan de av û xwarinê nedene wan.    DI BIN ZEXTAN DE ÎFADE DANE    Di rapora MEBYA-DER’ê de hat diyarkirin ku binçavkiriyan li Miduriyeta Polîsan di bin zextan de îfade dane û ew bi zextên derûnî re rûbirû hatine hiştin.    18 PARÊZER    Di raporê de hat destnîşankirin ku 18 parêzerên ku xwestine mudafiya dosyeyên lêpirsînê bikin jî wek gumanbar li dosyeyan hatine zêdekirin. Navê parêeran wiha ye: “Muhittin Muguç, Gulan Çagin Kalelî, Şîlan Çelîk, Berdan Acûn, Baver Mizrak, Serhat Eren, Denîz Yildiz, Fettah Keleş, Bayram Çîçek, Elîf Taşdogen, Serhat Çakmak, Emrah Baran, Huseyîn Bogatekîn, Osman Çelîk, Firat Îke, Ramazan Kurt, Harîka Karataş û 2 parêzerên navê wan nehatiye hînbûn.”    GILIYÊ DOZGER Û POLÎSAN HATIYE KIRIN    Di raporê de hat destnîşankirin ku derbarê dozgerê lêpirsînê birêve biriye de ji HSK’ê re hatiye kirin û her wiha giliyê polîsên ku wezîfeya xwe nebaş kirine jî hatiye kirin.