Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê 2021-03-15 17:09:23 RIHA – Li Xalfetiyê piştî qedexekirina pîrozkirina Newrozê navçe hat dorpêçkirin.    Destûr nehat dayîn ku Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, li navçeya Xalfetiyê Cejna Newrozê pîroz bike. Piştî astengkirina pîrozbahiyê navçe ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Bi bendên kontrolê ku ji saetên serê sibehê ve li têketin û derketine navçeya hatine danîn ketin û derketina navçeyê tê astengkirin û welatî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re tên derbaskirin.    Li aliyê din têketina gundê Amara ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye jî  ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin.