Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir 2021-03-16 11:02:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Remz û berxwedêra li dijî zilmê Bêrîvan Cizîrî ya ku destê xwe ji dewletê re dihejand destnîşan kir ku dewletê di Newroza 1992’yan de xwestiye li Cizîrê tevkujiyek pêk bîne lê berxwedana wan ew pilan pûç derxistiye.  Dîroka Newrozê her çiqas wek roja 21’ê Adarê were zanîn jî lê belê gelê kurd hefteyek berê dest bi pîrozbahiyên Newrozê dike. Kurd bi rojan berê di nava amadekariyan de ne, her der dikeve nava kelecana Newrozê. Kurd bi ji zarokan bigire heta pîr û kalan tevli Newrozê dibin û cilên xwe yên herî xweşik li xwe dikin. Remza Newrozê agir e û ev agir li her deverê tê pêxistin. Stran tên gotin û govend li derdora agir tê gerandin. Newroz pîrozbahiyek ji hezarê salan tê. Ev kenvşeşopiya pîrozbahiya Newrozê di salên 1990’î de bi êriş û zextên dewletê re hevrû dimîne. Herî zêde dewletê di sala 1992’yan de bi awayek hişk êrişî pîrozbahiyên Newrozê kir û li bajarên wek Cizîr, Şirnex û Cizîrê komkujî pêk anî.    Dema qala Newrozê tê kirin, yekser ew dîmenên pîrozbahiya Newroza 1992’yan ên Cizîrê tên bîra mervi. Ew dîmenên ku hêzên dewletê bi sîleh û maşîneyên zirxî êrişî xelkê dike ji bîra mirovan neçûne. Li gorî daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dane lê li gorî şahidan nêzî 100 însan jiyana xwe ji dest dane. Ew ruhê serhildana Newroza Cizîrê hêj di bîra însanan de jîndar e. Roja arîfeya Newrozê medya tirk nûçeyên wek “PKK’ê Şirnexê dorpêç kir” serwîs kirin.    Serê sibeha 21'ê Adarê li Cizîrê xelk kom dibe û li ber stranan govendê digerîne. Ewilî xelk li Goristana Cizîrê kom dibe û pişt re dest bi meşê dike ku were navenda bajêr pîrozbahiya Newrozê li dar bixe.    EW DÎMEN JI BÎRA XELKÊ NAÇIN   Bi destpêkirina meşê re her ku diçe girse qelebalix dibe. Polîs, esker û endamên JÎTEM’ê yên serê kuçe û kolanan girtibûn bi sîleh û maşîneyên zirxî êriş dibin ser girseyê. Bêyî ku bêjin ev zarok, jin extiyar in gule li xelkê hat reşandin. Dîmenên komkujiyê li vir derdikevin holê û ew dîmen hêj di bîra xelkê de ne.    EW JINA KU DESTÊ XWE DIHEJÎNE: BÊRÎVAN CIZÎRΠ   Di kêliya wan êrişan de jinek li pêşiya meşê ye, serê wê bi kefiyek spî girêdayî ne. Jinek ciwan e, bi cilên şoreşgerî xwe girê daye. Pêşengiya meşê dikir û meşê araste dikir. Serî li hember hêzên dewletê rakiribû û destê xwe ji wan re dihejand û meydanê ji wan re dixwend. Ew jina ciwan Bêrîvan Cizîrî bû. Hêj 17 salî bû. Wê rojê ji milê xwe birîndar dibe û tevî vê yekê jî berxwedana xwe didomîne. Bêrîvan bûye abîdeya wêrekiya jinên kurd.    Em li gel Bêrîvan Cizîrî berxwedana Newroza sala 1992’yan axivîn. Cizîrî qala berxwedana li Cizîrê ji me re kir.   HÊRSA WÊ JI ZAROKATIYÊ DEST TÊ    Bêrîvan Cizîrî destpêkê de bal kişand ser zarokatiya xwe û wiha got: “Ez zaroka biçûk ya malbatê me. Ez bawerim min vê hêrsa xwe ya serî rakirinê ji dayika xwe girtiye. Ji berk u ew jî îsyankar bû. Ez ji biçûkatiyê ve ji kedê hez dikim. Her tim min dixwest kar bikim. Biçûk bûm min diçû tişt diforitin û debara malbatê bikim.  Dema min dest bi dibistanê kir min gelek tişt qebûl nedikir. Nakokiyek hebû lê me nizanibû çi ye. Ez ji biçûkatî ve li dijî serdestiya zilam jî derdiketim. Dema bavê min tahdeyî li diya dikir zora min diçû. Ez pir hêrs dibûm. Ez hêj biçûk bûm di nava lêgerînekê de bûm. Ev edeb û dîsîplîna min girtiye ji malbatê ji dayika min tê. Rol û rista dayikê ya ji bo zarokan gelek girîng e.”     ‘BÊRÎVAN CIZÎRÊ RAKIR SER PÊYA’    Cizîrî anî ziman ku wexta ew tevgera azadiya kurd nas dike destpêka salên 90’î ye û wiha got: “Dema min tevger nas kir heval Bêrîvan li Cizîrê bû. Wê demê li Cizîrê gelek tevgerên xwedî nêrînên cuda hebûn. Bêrîvan jinek pir bi wêrek bû. Kes nikaribû xwe bigihanda heval Bêrîvan. Hevalek pir mutevazî bû. Piştî li Cizîrê du polîs hatin kuştin, Bêrîvan deşîfre bû. Wê xelkê Botanê şiyar kir. Wê ne dorpêçkirin û ne jî teslîmkarî qebûl nekir. Wê tesîrek mezin li ser xelkê Cizîrê û herêma Botanê çêkir. Me bi rêya hevala Bêrîvan rêxistinê nas kir. Sembola serhildan û berxwedanên Cizîrê Binevş Agal (Bêrîvan) e. Heval Bêrîvan û heval Emîn bi hev re şehîd bûn. Nehiştin kes biçe merasîma cenazeyê wan. Ev yek hêrsa me pir rakiribû. Kesayet û şehadeta Bêrîvan pir bandorek mezni li ser min kir.”     NAVÊ BÊRÎVAN LI XWE DIKE LÊ BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛBIRÎ DIMÎNE    Cizîrî destnîşan kir ku piştî ku Binevş Agal (Bêrîvan) jiyana xwe ji dest dide navê Bêrîvan ew li xwe dike û wiha domand: “Min jî xwest ez bibim layîqî vî navî. Min xwest ez bi qehremanî daxwazên wê pêk bînim. Ji ber xebatên têkoşînê ez hatim girtin. Îşkenceyek mezin li min kirin. Pişt re ez hatim berdan jî lê min dest ji têkoşînê berneda. Wê îşkenceyê hin bêtir min xurt kir. Her cûre îşkence li min kirin. Ceryanê didan canê min. Laşê min şewitandin. Neynûkên min rakirin. Lê min sozek dabû ku ez layîqî heval Bêrîvan bimînim. Heta dawiyê min li ber xwe da. Destek û lingek min ferc kirin. Lê li gel vê yekê min li ser xwe neda. Min girtin. Emrê min jî nedigir lê dîsa min girtin. Piştî sê mehan min berdan. Destpêka sala 1991’an ez hatim berdan.”    ‘ME XWEST EM BI GIRSEYÎ PÎROZ BIKIN’    Cizîrî anî ziman ku di Newroza sala 1992’yan de li her deverê bakurê Kurdistanê amadekariyên mezin hatibûn kirin û wiha qala berxwedana Newroza li Cizîrê kir: “Me xwest em li Cizîrê bi ruhek rêxistinkirî Newroza xwe pîroz bikin. Me xwest Newroza 92’yan bi girseyî pîroz bikin. Hefteyek beriya Newrozê ji navçeyê heta gundan amadekarî hatin kirin. Helbet amadekariyên dewletê jî hebûn. Dixwestin komkujiyek li Cizîrê pêk bînin. Cizîrê dorpêç kiribûn. Beriya roja Newrozê jî êvarê her kesî li taxan Newroz pîroz kir.     ME HER TIŞT DABÛ BER ÇAVAN    Serê sibehê jî me xwest li ser goristanê xelk kom bibe, axaftinek were kirin û pişt re meşek mezin li dar bixin. Piştî meşê li xalek bajêr me yê Newroza xwe pîroz bikira. Wê piştî axaftina Newrozê xelk belav bibûya. Lê dewlet bi hemû hêza xwe dora me û dora Cizîrê dorpêç kiribû. Tang û topan li her cihê bilind bicih kiribûn. Lê li gel vê yekê jî em ji enyada xwe neketin. Me got em ê paş ve gavê neavêjin. Me got çi dibe bila bibe lê em ê dîsa jî Newrozê pîroz bikin. Me şehadet jî dabûn ber çavan.    DEWLET LI CIZÎRÊ BI SER NEKET    Dijmin tehamûlî meşa me û pîrozbahiya me nekir û bi çavtarî bi ser me de hat. Me got çi dikin bila bikin lê em ê bimeşin. Li hin taxan xelkê dorpêç şikand û hatin tevli me bûn. Me dest bi meşê kir û kêliyek şûn ve polîs û eskeran êrişî me kirin. Dewlet har û hov bûbû û bi ser me ve hat. Lê me dîsa paş ve gav neavêt. Hevalek me Huseyîn hebû di encama suîkastek de şehîd bû. Şehadeta wî êşek mezin da me. Lê heta dawiyê me li ber xwe da û me daxwaza dewletê pûç derxist. Dewletê dixwest em teslîmî wan bibin. Lê tam berevajî wê çêbû. Dewletê xwest li Şirnexê komkujiyek mezin pêk bîne. Nikaribûn li Cizîrê çêkin, li Şirnexê komkujî pêk anîn. Li Cizîrê di encama êrişa dewletê de 17-18 kes şehîd ketin. Lê armanc ew bû tevkujî pêk bînin. Dewlet bi ser neket û armanca wê pûç derket.”     CIZÎR WARÊ WÊ YE    Cizîrî girêdana xwe ya bi Cizîrê jî anî ziman û got: “Ez pir ji Cizîrê hez dikim. Dema ez navê Cizîrê jî dibihîzim ez hestiyar dibim. Bi rastî jî jinên Cizîrê berxwedêr in. Bi wêrek in. Tenê ne jinên Cizîrê temamî jinên Botanê bêtirs in. Li ber xwe didin. Min dixwest ez li nav gelê xwe li Cizîrê bijîm û bi jinan re li ber xwe bidim. Ez bi keda destê wan dayikê Cizîrê mezin bûm. Dema rojek ji min bipirsin ‘tu dixwazî biçî ku û li ku bijî’ helbet dixwazim biçim Cizîrê û li wir bijîm. Xeyala min ew e rojek vegerim Cizîrê û li wan kolanan bigerim û wan kevirên li kolanên Cizîrê maç bikim û dayikên Cizîrê hembêz bikim.”    ‘EW DÎMEN HER TIM MIN DIBIN CIZÎRÊ’    Cizîrî hestên xwe yên ji bo wan dîmenên xwe yên Newroza 92’yan jî anî ziman û wiha got: “Dema ez li dîmenên wê rojê temaşe dikim, ez her tim diçim wê meşê û xwe li wir hîs dikim. Her wiha dibe xeyala min ku dîsa biçim Cizîrê û bi hezaran gelê xwe re bimeşim. Ez bi wan dîmenan hestewar dibim. Bi rastî jî xwezî bi wan rojan. Rojên xweş bûn. Ew dîmen wêrekiyê didin min. Niha jî dema meşek çêdibe, dixwazim xwe bidim pêş û wan rojan bînim roja me ya îro.    Dema ez li wan dîmenan temaşe dikim gelek caran xwe winda dikim. Ew ruhê serî hildanê hêj di nava dilê min de ye. Çimkî ew ruh girîng e. Ew dîmen her tim di mêjî û ruhê min de ye.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel