Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê 2021-03-16 13:50:06 AMED – Xizmên girtiyan ragihandin kuş li Girtîgeha Tîpa D a Amedê serdegirtina qawişan ketiye rewşeke rutin û girtiyên li dijî van pêkanînan dertên 3 meh hevdîtinên wan hatine qedexekirin.    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê didomin. Xizmên girtiyan têkildarî rewşa li girtîgehê agahî dan û dan zanîn ku serdegirtinên qawişan ketiye rewşeke rutin û girtiyên li dijî van pêkanînan dertên 3 meh hevdîtinên wan hatine qedexekirin. Xizmên girtiyan, destnîşan kirin ku di serdegirtinan de amûrên zarokên wan tên desteserkirin.